Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ermeniyên ku dev ji Karabaxê berdan agir bi malên xwe xistin

 

Gelo aştiyeke ku dawî li şer tîne, dikare ji bo aliyekî bibe cejn, ji bo aliyê din jî bibe şîn?

Li Qerebaxa Çiyayî tam jî ev yek pêk hat.

Wekî ku dîrok dûbare be, Ermenî dîsa neçar man mal û warê xwe terk bikin.

Û ji bo nekevin destê dijminên xwe, berî terk bikin agir bi malên xwe xistin.

Weke ku bibêjin me jê xêr nedî, hûnê jî nebînin…

DÎROK CAREKE DIN JI BO ERMENIYAN DÛBARE BÛ
BAJARÊ DÎROKÎ KELBAJAR BI DESTÊ AZERBAYCANÊ VE HAT BERDAN

Şerma şikestina di şer de, hêrsa li hember dagirkirina Azerbaycanê û jana giran a terka erdên bavûkalan, li bajarê Kelbajarê bû sebeba şîneke giran.

Di çarçoveya Peymana Aştiyê ya Qerebaxê de, ligel 6 deverên din, bajarê Kelbajar jî ji Azerbaycanê re hat hiştin.

Û duh roja dawî ya radestkirina vî bajarê kevnar bû.

Yek ji welatiyên li bajêr Lîlît Çobanyan xemginiya xwe ya bêdawî îfade kir û got ji salên 1990’an û vir ve ev cara sêyemîn e terka cîûwarê xwe dikin.

Çobanyan wiha axivî:

Eger li Ewrûpayê seyek bê kuştin an bê êşandin hemû cîhan bûyerê şermezar dike. Sûcê me çi ye? Ma me çi kir gelo hemû cîhanê li hember vê zilma giran xwe li bêdengiyê daniye?

Îgorê ku bi dehan salane bi Lîlîtê re qedera xwe kiriye yek, tevî hevala xwe ya jiyanê, êşa xwe bi şewitandina mala xwe îfade kirin.

Bi armanca nekeve destê dijminê wan, Îgor bi destên xwe agir bera xaniyê xwe yê şîrîn dide.

Dûmana ji agirê xaniyê şewitî weke qêrîneke bêdeng hildikişe û ewrên spî reş dike, dibe sembola şîna dilsotîner a malbatê û herwiha dibe dîmenê dawî yê terka ji Kelbajarê xopan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv