Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ertûgrûl Kurkçu: Piştî Garê 25.02.2021

 

PIŞTÎ GARÊ
ERTÛGRÛL KURKÇU / YENÎ YAŞAM

Serokê MHP’ê ango şirîkê biçûk ê koalîsyona rejîmê Dewlet Bahçelî li meclisa Tirk dema ku axivî got ewê beriya Garê û piştî Garê stratejiya wan ne wekî hev be. Ev yek niha xuya kir. Vê hefteyê dîsa Bahçelî axivî û qala çalakiya xwendekarên zanîngeha Bogazîçiyê kir. Bahçelî beriya bi demekê gef li wan xwendekaran xwaribû. Lê vê carê di gotinên xwe de çerx kir. Ji bo xwendekaran got ew paşeroja me ne û xweşûbêş axivî.

Ev yek tenê jî nîşan dide ku felaketa li Garê çi kiriye serê rejîmê. Vê carê nijadperestiya şer pere nekir. Ji ber ku rejîma heyî şîdeta eskerî û zexta siyasî bi hevre dimeşîne wê felaketa Garê ne tenê siyasî, ji aliyê eskerî jî paşeroja rejîmê diyar bike. Rejîmê di pirsa Kurd de ji derveyî muzakereyan riya şer hilbijart û ji Tîrmeha 2016’an ve pêk tîne. Lê cara pêşî li Garê têk çûn.

Ev stratejiya ku hebûna rejîmê bû niha diheje. Navê stratejiya wan pîlana çokdanînê bû. Armanca wê tasfiyekirina HDP’ê ye û li Tirkiyê her tişta wê hat dîtin. Li derveyî sînorê Tirkiyê jî tevgerên eskerî û dagirkerî derket pêş.

Li Sûrî û Derya Spî hin hevsengî hatin guhertin. QSD’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de rewatiya xwe îspat kir. Amerîka, Ewrûpa û Rûsyayê ev yek qebûl kirin. Dewleta Tirk hewldana xwe ya eskerî û dîplomatîk li ser Başûrê Kurdistanê zêde kir. Lê tevgera li Garê nîşan da ku teknîka pêşketî jî dikare têk biçe.

Bi vî rengî em careke din li pêvajoya navbera 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdara 2015’an vegeriyan. Piştî pêvajoya 7’ê Hezîranê tirsa gel çêbû û ji azadiya xwe feraxat kir. Lê niha dema bidestxistina wê azadiyê ye.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv