BÛYERA KUŞTINA 2 CIWANÊN EREB
EŞÎRA HEBABAT A EREB: EMÊ DESTÛRA FITNE Û FESADIYÊ NEDIN
6’ê Îlonê 2 ciwanên ji pêkhateya Ereb a Şengalê ji aliyê hêzên tarî ve hatibûn qetilkirin.
Eşîra Hebabat a 4 ciwanên wê ji ber êrişê hatibûn girtin daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, emê destûr nedin hewldanên derxistina fitneyên, derxistina şerê Êzidî û Ereban.
6’ê Îlonê li navbera Şengalê û bajarokê Til Izerê 2 ciwanên ji pêkhateya Ereb a Eşîra Şemer ji aliyê hêzên tarî ve hatibûn qetilkirin.
Asayîşa Êzidxanê daxuyaniyek dabû û êriş şermezar kiribû.
Her wiha 4 kes ji Eşîra Hebabat hatibûn girtin.
Eşîra Hebabat daxuyaniyek têkildarî bûyerê da.
Di dayîna daxuyaniyê de rûspî û pêşengên Eşîrê hemû amade bûn.
Li navenda Şengalê daxuyanî ji aliyê Xidir Salih ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
Em ji girtina 4 kesên ji eşîra me matmayî man.
Di navbera me û Eşîra Sidêd de ti pirsgirêk nîne.
Em di wê baweriyê de ne, ku wê serekeşîrên Êzidî û Ereban vê pirsgirêkê çareser bikin û destûrê nedin şerek biqewime.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hin hêzên dixwazin bi rêya çapemeniya xwe bûyerê mezin bikin û hat gotin, armanc ji vê yekê derxistina fitneyê di navbera eşîrên Êzidî û Ereb de ye.
Emê weke eşîra Hebabat ti carî pîlan û lîstikên li ser herêmê qebûl nekin û destûra tevlîheviyan nedin.