TEVGERA DAGIRKERIYA TIRK
ESKER Û ÇETEYÊN DAGIRKER NAVENDÊN XWE LI NÊZÎ RÊYA M4 ZÊDE DIKIN
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojên dawî êrişên xwe li derdora Eyn Îsa û rêya M4 zêde kirin..
Bi taybet li gundewarên rojavayê Til Temirê, li seranserî M4 hêzên dagirker navendên nû ava dikin..
Bi êrişên li dijî herêma Eyn Îsa ya girêdayî Girê Spî re, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nuqteyên leşkerî li gundewarên dagirkirî yên Serêkaniyê û Til Temirê zêde dikin.
Çavkaniyên herêmî ji Ajansa Hawarê re ragihandin ku li aliyên rojavayê navçeya Til Temirê gelek navendên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatine çêkirin..
Her wiha baregeheke leşkerî jî li nêzî rêya M4 hatiye avakirin.
Deverên ku hêzên dagirker li wan hêzên xwe zêdekirine ev in:
Erbeîn, Lîlan, Bibse û Amiriye yên rojavayê Til Temirê û li rex rêya M4..
Li deverên mijara gotinê, çete malên sivîlan û dibistan dagir kirine..
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Aram Hena jî zêdebûna tevgera artêşa dagirker piştrast kir..