ESKERAN LI RÛBAROKÊ ÊRIŞÎ CIWANAN KIR
ESKERAN CIWANÊN LI SEYRANÊ GULEBARAN KIR: CIWANEK BIRÎNDAR BÛ
Bûyer li gundê Çemê-Kurk ku bi ser Robarokê ye qewimî.
Şahidên bûyerê diyar kirin ku ciwanên ji Çemê-Kurk xwestine biçin Girê Celikan seyranê.
Eskerên qereqolê bang li ciwanan kirine.
Li gel ku çend ciwan çûne û gotine ew diçin seyranê jî
Eskeran gule li ciwanên din reşandine.
Şahidan diyar kir ku di encama gulebaranê de Reşît Ekîncî ji serê xwe birîndar bûye.
Û eskeran nehiştiya Reşît rakin nexweşxaneyê bi halê birîndar jî îşkence lê kirine.
Parlamenterê HDP’ê Saît Dede jî li ser hesabê twîtterê der barê bûyerê de agahî parve kir û wiha got:
“Li bajarokê Rûbarokê welatiyên me yên çûn seyranê, eskeran li ser wan gule reşandine” û êrişa eskeran şermezar kir.
Waliyê dagirker ê Colemêrgê weke her carî eskerên dagirker parast û îdia kir ku dema esker gule berî hewayê dane Reşît Ekîncî birîndar bûye.