ESKERÊ TECAWIZKAR MÛSA ORHAN HAT BERDAN
DARAZA DEWLETA TIRK TENÊ 7 ROJAN EW DI ZINDANÊ DE GIRT
Dewleta Tirk tenê 7 rojan leşkerê xwe Mûsa Orhanê yê ku Îpek Er, tecwazîkir û bû sedema mirina wê, girtî hişt.
Ji xwe berî çend rojan sînyala berdana vî mêrî ji aliyê wezîrê karê hindir ê Tirk Silêman Yolû ve hatibû dayîn
Leşkerê Tirk Mûsa Orhan şevê din hat berdan.
Baroya Sêrtê diyar kir, ku ewê îtraza biryara berdana Mûsa Orhan bikin.
Li navçeya Batman Qûbînê eskerê bi navê Mûsa Orhan tecawizî jina ciwan a 18 salî Îpek Er kiribû.
Îpek û Malbata xwe giliyê tecawizkar kiribû.
Lê eskerê tecawizkar Îpek bi kuştinê tehdît dikir.
Îpek a ti bendawariya wê ji darezê dewleta tirk nema 16ê Tîmehê bi giranî xwe birîndar kir.
Mûsa Orhanê tecawizkar li ser nerazîbûnên raya giştî hat binçavkirin û paşê hat berdan.
18ê Tebaxê Îpek Er a mexdûra tecawiza eskerê dewleta tirk Musa Orhan jiyana xwe ji dest da.
Mûsa Orhan 19ê Tebaxê ji ber bû sersebeba mirina Îpekê hat binçavkirin girtin.
Di hat payîn ku roja 16ê Cotmehê rûniştina doza eskerê tecawizkar Mûsa Orahan pêk bê.
Lê, Dareza dewleta tirk tenê 7 rojan tecawizkar Mûsa Orhan di zindanê de hiştin.
Li ser îtraza parezerê eskerê tecawizkar, mûsa Orhan şevê din ji zindanê hat derxistin.
Serokwezîrê hindir Suleyman Soylu piştî mirina Îpekê axivîbû û li şûna tecawizkar sûcdar bike, kesên nerazîbûn nîşandabûn sûcdar kiribû.
Herwiha Soylu gotibû wê darez ya bike ser milê wê bike.
Bê-goman wisa jî kir û eskerê tecawizkar Mûsa Orhan piştî 7 rojan serbest berda.
Serokê baroya Sêrtê Nîzam Dîlek nerazîbûn nîşanî berdana tecawizkar Mûsa Orhan da û diyar kir, ku ewê îtaza berdana tecawzkar bikin.
Derket holê ku dadger Îsmaîl Kizilelma yê li vê dozê dinêre û biryara berdana Mûsa Orhan daye, beriya demek kurt ji Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) daxwaz kiriye ku wezîfeyek nû bidin tecawizkar Mûsa Orhan û cihê wî were guhertin. Lê HSK’ê ev daxwaza dadger red kiriye.