Eskerên Tirk li çiyayên Cudî û Gabarê agir bi daristanan ve xistin
Artêşa Tirk a dagirker daristanên Kurdistanê dişewitîne.
Şewata ku eskerên Tirk li Çiyayê Gabarê derxist, 3 rojin didome.
Eskerên dewleta Tirk ên dagirker doh jî li Çiyayê Cûdiyê şewat derxist.
Li Çiyayê Gabarê beriya 3 rojan, ji ber gulebarana artêşa Tirk a dagirker şewat derket.
Ji ber dewlet nahêle agir were vemirandin, şewat belavî herêma Çiyayê Zîrongok, Berzan, Gasor û Hezara bû.
Bi hezaran dar şewitîn, herêma welatî pezên xwe lê diçêrand şewitî.
Xelkê herêmê bi derfetên xwe li aliyê gundê Finikê belavbûna şewatê rawestand.
Lê li herêmên din: hê jî şewat didome.
Eskerên dewleta Tirk li Çiyayê Cûdiyê jî, cara sêyemîn şewat derxistin.
Şewata ku li herêma Nevava û Cifanê derket, berfireh dibe.
Gundiyên herêmê dibêjin eskeran bi zanebûn şewat derxistine û hewldanên vemirandinê jî asteng dikin.
Parlementerê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz nerazîbûn nîşan da û got:
Dewlet, li Antalya, Îzmîr û Stenbolê bi helîkopteran şewatan vedimirîne
Li Kurdistanê jî lê temaşe dike.