Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Amedê Licê dîsa daristan da ber agir.
Şewata derket jî her diçe belav dibe.
Gundî hewl didin bi derfetên xwe şewatê vemirînin.
Dewleta Tirk a dagirker li dijî xwezaya Kurdistanê jî, ji heman aliyan di nava êrişê de ye.
Çiya, ax û daristanên Kurdistanê dide ber topan û bombeyan.
Agir li daristanên ku oksîjena gerdûnî ya mirovahiyê ye.
Wekî Cûdî û Gabarê vê carê jî li Licê agir li daristanê xist.
Di encamê de şewateke mezin derket û her ku diçe belav dibe.
Şewat di navbera gundê Derxust, Sîsê, Cinezur û Cimar de her diçe belav dibe.
Xelkê herêmê ji bo vemirandina şewatê bang li tîmên agirkuj kirin.
Lê tîmên agirkuj bi hinceta ew der ‘Qada çiyayî û eskeriye’ mudaxileyî şewatê nekirin.
Gundî bi derfetên xwe dest bi vemirandina agir kirin û hewl didin pêşî lê bigrin..