PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
EV 94 ROJ IN GIRTIYÊN AZADIYÊ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE
Li zîndanên dewleta Tirk a dagirker, girtiyên azadiyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo li ber xwe didin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bidorvegerî û bêdem a girtiyên PKK û PAJK’î 94 roj li pey xwe hiştin.
Li aliyekî ev berxwedana bi biryar heye…
Li aliyê din jî rêjîma faşîst a AKP-MHPê bi faşîzma xwe hewl dide vê berxwedanê bişkîne.
ZEXT Û FAŞÎZMA LI SER GIRTIYÊN SIYASÎ
DI DEMA SURGUNKIRINÊ DE ÊŞKENCE LI 5 GIRTIYAN KIRIN
Agahiya vê faşîzmê ji zîndana Tîpa T a Meletî-Akçadaxê hat.
Girtiyên siyasî yên bi navê Mahmût Yamalak, Mahmût Saît Kulu, Mesût Pehlîvan, Îbrahîm Ataş û girtiyekî navê wî nehat zanîn, 20’ê Sibatê ji zîndana Tîpa T hejmar 2 a Kayserî Bunyanê ji nişka ve surgunî zîndana Meletî dikin.
Ji girtiyan Mesût Pehlîvan bi dayîka xwe Xerîb Pehlîvan re axivî û ev agahî dan:
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
GIRTIYÊN BÛN HEDEFA ÊŞKENCEYÊ: EM Ê DEST JI ÇALAKIYA XWE BERNEDIN
Xerîb Pehlîvan da zanîn, ku ti alavên girtiyan nedane wan.