Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ewropa li şirketên Tirk ên çekan şandina Lîbyayê cez birî 22.09.2020

 

Dewleta Tirk bi rêya hin şîrketên xwe yên taybet, sîlehên giran dişîne Lîbyayê.

Û bi vî awayî biryara Neteweyên Yekbûyî binpê dike..

Ji ber vê yekê, Yekîtiya Ewrûpayê li şîrketa Tirk a veguhestinên deryayî, ceza birî.

Beriya civîna têkildarî destwerdana Tirk li Lîbya û Derya Spî ku wê 24’ê vê mehê destpê bike, Yekîtiya Ewrûpayê derheqê şîrketeke Tirk de biryara xwe eşkere kir..

Sedem wê jî binpêkirina biryara Neteweyên Yekbûyî ya ambargoya çekan li ser Lîbyayê ye..

Şîrketa mijara gotinê jî “Avrasya Şîpîng” a veguhestina deryayî ye..

Konseya Pêwendiyên derve a Yekîtiya Ewrûpayê li ser mijarê civînek lidar xist.

Û ragihand ku Tirkiyê bi rêya şîrketa deryayê çek şandine Lîbyayê û biryara ambargoyê binpê kir..

Konseyê ragihand ku Keştiya binavê “Çîrkîn” a girêdayî şîrketa “Avrasya Şîpîng” meha Hezîranê çekdar û sîleh şandine Lîbyayê..

Û ji ber vê yekê ceza li şîrketa Tirk birî..

Li gorî biryarê, wê mal û milkê şîrketa mijara gotinê li Ewrûpayê werin cemidandin û xebatên wê yên fînansê werin astengkirin..

Her wiha wê destûr neyê dayîn ku ev şîrket li gel welatên Ewrûpayê bazirganiyê bike..

Ji destpêka salê ve dewleta Tirk bi şandina çeteyên ji Sûrî û çekan ambargoya li ser Lîbyayê binpê dike..

Û ev yek ji aliyê Yekîtiya Ewrûpa û Amerîkayê ve hatibû eşkerekirin..

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv