Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ewrupa ji bo aloziya li Deryaya Spî ji Tirkiyê xwest diyalogê bingeh bigre

 

Aloziya li rojhilatê Derya Spî ya di navbera dewleta Tirk û Yûnanistanê û welatên din de bi dawî nebû, lê belê hin hewldanên dîplomatîk tên guftugokirin.

Serokwezîrê Yûnanistanê diyar kir ku ew dixwazin bi rêya hevdîtinan, li gel Tirkiyê qadên erkê yên li Derya Spî desnîşan bikin.

Li gel vê yekê jî tehdîdên dewleta Tirk dewam dikin.

Seroka Komsîyona Ewrûpayê Von der Leyen Tirkiye hişyar û got:

Mafê Tirkiyê tine cîranên xwe tehdît bike.

Aloziya li rojhilatê Derya Spî bi provokasyonên dewleta tirk û tehdîdên wê yên li himberî Yûnanistanê, rojeveke sereke ya Yekîtiya Ewrûpayê ye.

Serokê konseya Ewrûpayê Charles Michel bi serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis re rûnişt û mijar guftugo kir.

Piştî hevdîtinê serokwezîrê Yûnan diyar kir ku ew dixwazin li gel Tirkiyê mijarê binirxînin û qadên erkê yên li rojhilatê Derya Spî zelal bikin.

Mîçotakîs got, eger em negihîjin lihevhatinekê, em dikarin mijarê bibin cem dîwana edaletê ya Laheyê.

Mîçotakîs hukûmeta Tirk ji ber helwestên wê yên şerxwaz û gotinên wê yên tehdîtkar jî rexne kir û got: Ev tehdîd ê li pêşiya diyalogê asteng in.

Serokê Komsîyona Ewrûpayê Charles Michel jî piştî hevdîtinê got: “Di zîrweya 24-25’ê îlonê de mijara ewlekariya rojhilatê Derya Spî wê bi berfirehî were nirxandin.”

Michel ev nirxandin kir:

Pêşketinên li rojhilatê Derya Spî ne tenê Yûnanistan û Qibrisê, Yekîtiya Ewrûpayê jî eleqedar dikin. Ev zîrve ji bo têkiliyên Tirkiyê bi Yekîtiya Ewrûpayê re jî wê girîng be.

Nûnerê siyaseta derve û ewlekariya bilind a Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borrell jî got:

Têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpayê di pêvajoyeke hesas de ne. Ev têkilî li gorî tiştên van rojan rû bidin, wê an bi vî aliyî an jî bi wî aliyî ve biçin.

Seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen jî mijarê nirxand û dewleta tirk bi zimanekî zelaltir hişyar kir.

Von Der Layen got: “Divê Tirkiyê êdî dev ji tehdîtkirina cîranên xwe berde. Tirkiye ji bo me cîranekî girîng e, lê belê mesafeya navbera me her dûr dibe.”

https://www.ruptly.tv/en/videos/20200814-001-Turkey–Erdogan-accuses-Greece-of–malicious–attitude-in-Mediterranean?search_key=b892239c-3beb-4a08-8d52-c30dad3ce027

Seroka Komîsyona Ewrûpayê anî ziman, ew fam dike ku pirsgirêkên Tirkiyê giran in, û got, “Lê belê ev rewş wî mafî nade dewleta Tirk ku cîranên xwe tehdît bike.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv