Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
CîhanJinNûçeyên Dawî

Fanatîkên olperest û netewperest ê Tirk li wezîra Hawîdor û adaletê ya Filaman Zuhal Demir gef xwarin

 

Fanatîkên olperest û netewperestên Tirk, êrişên fîzîkî jî tê de, li Ewrûpayê kampanyayeke di asta terorê de dimeşînin.

Cara dawî wezîreke hukumeta Flaman Zuhal Demîr rastî gefekê hat.

Li ser vê yekê ewlekariya Demîr hat zêdekirin û di derbarê bûyerê de doz hat vekirin.

LI EWRÛPAYÊ ZORDESTIYA OLPERESTÊN TIRK
WEZÎRA FLAMAN ZUHAL DEMÎR HAT TEHDÎTKIRIN

Piştî wezîrê karên hundir ê Awusturyayê, niha jî li Belçîkayê li wezîrekê gef hat xwarin.

Hat ragihandin, Wezîra Hawirdorê û Edaletê ya Herêma Flaman Zûhal Demîr bi riya maîleke elektronîk hatiye tehdîtkirin.

Li ser vê yekê, dozgeriya li bajarê Lîmbûrgê dest bi lêpirsînê kir.

Û di heman demê de jî, ewlekariya Demîr û parastina li dora mala wê hat zêdekirin.

Dozgeriyê da zanîn, maîla elektronîk ji mizgefteke girêdayî dewleta Tirk a li Belçîkayê hatiye şandin.

Wezîra Flaman Zuhal Demîr, bi eslê xwe Kurd e û di 1980’an de li Belçîkayê hatiye dinê.

Hêjayî gotinê ye, di salên 2017 û 2018’an de jî Demîr rastî gefan hatibû û kesê gefxwir hatibû cezakirin.

Ev jî hatin dîtin

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv