Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Farûk Sakik: Çima ‘Azadiya Ocalan’ 27.01.2021

 

FARÛK SAKIK / RONAHÎ
ÇIMA “AZADIYA OCALAN”

Sîstema Rêber Apo sîstemeke demokratîk, azadîxwaz, wekhev, komunal û mirovî bû. Navê vê sîstemê ‘civaka exlaqî û polîtîk’ bû. Bi îfadeyeke din ‘Konfederalîzma Demokratîk’ bû.

Heqîqeta Rêber Apo di bin banê paradigma netewa demokratîk de îro ji tevahiya gelan re bûye rêya yekane ya çareseriya pirsgirêkên civakî.

Nêzîkatiya jinê, xweseriya demokratîk, netewa demokratîk, sîstema bêdewlet, civaka exlaqî û polîtîk, ji van hemûyan forma Konfederalîzma Demokratîk derkete holê.

Ocalan meseleya azadiya jinê di navenda paradîgmaya xwe de bi cih kiribû. Digot, heta jin azad nebe civak azad nabe. Û azadiya jinê di serê hemû meseleyan de derxist pêş û ji bo vê rastî danî pêşiya civakê. Roj bi roj jin li ser vê bingehê bi rêxistin bûn.

Di her beşên civakê de, di siyaset, eskerî û civakî de, jina kurd li cîhanê emsal dihat girtin. Îro li cîhanê gelek sazî û dezgehên jinan di dest wan de pirtûkên Ocalan û di pratîka wan de jî modela jinên rojava, têdikoşin. Ev têkoşîn, têkoşîna jina azad e.

Di paradîgmaya Ocalan de, tiştek herî balkêş jî sîstema ekolojiyê ye. Li hemberî sîstema kapîtalîst jiyaneke ekolojîk derxist pêş. Ev jî roj bi roj li cîhanê belav dibe û dibe parçeyek jiyanê.

Di salên Îmrali de dest bi nivîsandinê kir. Paraznameyên wî wek pirtûk hatin çapkirin. Pirtûkên wî wergerî gelek zimanên biyanî kirin. Pirtûkên wî îro li çar aliyê cîhanê tên xwendin. Li cîhanê kê ev pirtûk dixwend Abdullah Ocalan baştir nas dikir.

Ocalan li gorî mirovekî normal, di aliyê xeyalan de pir dewlemend bû. Xwedî tecrûbeyên gelek mezin bû. Bi vî aliyê xwe bandor li ser civakê dikir.

Piştî van nêrînan li cîhanê kê wî dixwend û nas dikir, ji xwe re wek peşeng didît. Herkesî bawerî pê danî û digotin, wê di sedsala me de, ramanên Ocalan yên sîstema ‘konfederalîzma demokratîk’ bibe xelasiya mirovahiyê. Lê divê di destpêkê de jî Ocalan azad bibe.

Ji bo vê yekê herkes bi yek dengî dibêje “Dem dema azadiya Ocalan e”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv