Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Farûk Sakik: Ka em ê binêrin ev bihar a kê ye 19.01.2021

 

FARÛK SAKIK / RONAHÎ
KA EM Ê BINÊRIN EV BIHAR BIHARA KÊ YE ?

Li Farqînê di nav eşîra Badika de bi navê ‘Çûrê Kanikî’ kesek hebû. Lê didan, li erdê dirêj dikirin, di nav xwinê de dima, lê dema radibû ser xwe digot “Lawo we xwar..”

Dewleta Tirk a dagirker jî wek ‘Çûrê Kanikî’ ji gerîla derbên mezin dixwe, lê dema vedigerê Enqerê dibê ‘We dît? me PKK qedand’.

Dema ku dîtin Tevgera Azadiya Kurdistanê neqediyaye, radibin bi daxuyaniyeke nû dibêjin “Bihara pêş me, em ê PKK’ê bi temamî tine bikin” Bihar tên derbas dibin lê PKK cardin naqede. Li ser vê yekê li hin rê û rêbazên ku civakê bixapînin û îkna bikin, digerin.

Di dema faşîzma AKP’ê de ev êriş bûn rutîn. Her roj sibehan di ajansan de nûçeya yekemîn; êrişên malên siyasetmedarên kurdan bûn. Êdî ev êriş û desteserkirin wisa ji rêzê bibûn, nedibûn xeber jî. Lê me ji hejmara kesên hatine binçavkirin û ji mezinbûna êrişan dizanîbû ku şevek berê çi hatiye serê wan û ji gerîla çi derb xwarine. An jî çend sortiyên balafirên wan ên bi dehhezaran Dolarî encam negirtine.

Di sala 2020’an de dewleta Tirk a dagirker ji xwe pir bi bawer bû. Digot; bi êrişkirina Qadên Parastinê yên Medyayê em ê encamê bigirin. Digot; va me hin hêzên kurdan jî girtine cem xwe û bi hevkariya wan, em ê encamê bigirin. Lê nebû. Cenga Heftanînê, bersiva gerîla ya bi metodên serdemê, herêm ji wan re kir goristan.

Bi bersiva gerîla, Dolar û Euro jî bi xwe re bilind dikir. Dema ku qrîza aborî kûr bû, diviya ji bo civak were îqnakirin argumaneke nû hebûya. Girtin û êrişên li ser siyasetmedarên kurdan jî êdî nedibûn bersiv. Di demeke wiha de girtina partiya HDP’ê xistin rojeva xwe. Bi rojane hemû kanalên televîzyonên wan li ser vê mijarê weşanê dikin. Lê em baş dizanin wê HDP neyê girtin. Heger HDP bê girtin, piştî ku ji gerîlayên kurdan derb xwarin wê vegerin êrişê çi û kê bikin?
….

HDP jî li hemberî vê plana wan planeke berxwedanê ya nû daniye pêşiya xwe. HDP ji niha ve amadekariya biharê dike. HDP jî texmîn dike di biharê de dema ku ji gerîla derb xwar, wê berê xwe bide partiya wan. Ji bo vê yekê HDP dengê di 8’ê Çileyê de ji kolanên Wanê bilind bû xurt kir. Li gelek deverên din jî îro deng bilind dibin û tevlî nav dengê Wanê dibin.

Lê êdî qedera biharan, gerîla destnîşan dike. Gerîla jî ji bo biharê amedekariyeke mezin dike. Bi tarz û rêbazên nû li benda bihara wan in. Ka em ê binêrin ev bihar wê bibe bihara kê?

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv