Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Zindî, Kurdistan
Nûçe

Faşîzima AKP-MHP dest danin li ser 4 şaredariyên HDP’ê

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst dest danî ser şaredariyên HDP’î yên Sêrt, Misric, Hawêlê û Îdirê.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst dest danî ser şaredariyên HDP’î yên Sêrt, Misric, Hawêlê û Îdirê qeyûm tayîn kir.

Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik, Hevşaredarê Hawêlê Ramazan Sarsilmaz û Hevşaredarê Misricê Baran Akgul ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeyûm li şûna wan hate bicihkirin.

Li Şaredariya Sêrtê walî Alî Fûat Atîk, li Şaredariya Hawêlê qeymeqam Mehmet Tûnç û li Şaredariya Misricê jî qeymeqam Îhsan Emre Aydin weke qeyûm hatin bicihkirin.

Polîsên Tirk dor li avahiyên şaredariyan girtine.

Piştî qeyûm tayîn kirin Hevşaredara Sêrtê Berivan Helen Işik, Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkuş, Hevşaredarê Hawêlê Ramazan Sarsılmaz û Hevşaredarê Misircê Baran Akgul binçav kirin. Polisan di serdegirtina malên hevşaredaran de deriyên malan şikandin. HDP’ê di hilbijartina 31’ê Adara 2019’an de 65 şaredarî qezenç kiribûn. Heta niha 43 şaredarî qeyûm tayîn kirin.

Ev jî hatin dîtin

Dosya Taybet/ Xebatên hêzên ewlekariyê li Dêrikê

Stêrk Tv

Balefirên Artêşa Tirk êrişî wargeha Mexmûrê kirin.

Stêrk Tv

Kapmaniya Azadiya Girtiyên Azadiyê #GirtiyênSiyasîBerdin

Stêrk Tv

Salvegera Hunermendê nemir Mihemed Sêxo

Stêrk Tv

Qaymeqamê Sinûnê avakirina kampeke ji bo DAIŞ’ê li nêzî Şengalê qebûl nekir

Stêrk Tv

Yekîneyên Tolhildanê du maşîneyên AKP’yan Şewitandin

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!