Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fehîm Işik: Plana Iraq, Tirkiye û PDK’ê 22.01.2021

 

FEHÎM IŞIK / WELAT
PLANA IRAQ, TIRKIYE Û PDK’Ê

Wezîrê parastinê yê dewleta tirk bi tevî serkirdeyên arteşê ewil berê xwe dan Bexdayê û ji wê derê jî derbasî Hewlêrê bûn û hevdîtin pêkanîn. Di peyamên fermî de tiştek tune ne. Tu aliyek agahiyên têr û tije nade. Lê tiştên ‘hawirdorê’ aliyan dibêjin, gelek îşaretan dide. Ango hevdîtin bi tena serê xwe ne ji bo pêywendiyên aboriyê ne. Her wisa ew ji bo emnahiyên ji rêzê û rojane jî nehatine ba hev.

Bêgûman, aliyê dewleta tirk hin tiştan aşkera dibêjin û encamên hevdîtinan jî wekî serkeftinekê binav dikin. Aliyên din, Iraq û PDK jî li dorê diçin û tên. Tiştan zêde aşkera nakin, lê êdî yeqîn e. Amanca esasî yên van hevdîtinan, PKK ye. Heke bikaribin ew ê ji bo têkbirina PKK’ê hewl bidin. Hêza wan têrê neke, ew ê îcar hewldanên xwe ji bo lawazkirin û marjînalîzekirina PKK’ê bi kar bînin.

Bi ya min di demek kurt de şerê navxweyî xuya nake, jixwe ji bo vê yekê xwe ceribandin û bertekên civaka kurda pêşî li vê yekê girt. Bêgûman xetere ji holê ranebûye, lê berî ku vê riyê bikarbînin, ew ê di destpêkê de dorpêçkirina PKK’ê esas bigirin. Ji encamên hevdîtinan ev yek aşkera ye.

Ew ê pêşî peymana Şengalê ya 9’ê Cotmeha sala 2020’î hatibû mohrkirin ji bo bikeve meriyetê, tevbigerin. Di vî warî de jî du rêyên ku bikarbînin hene. Yek ji wan deriyê sînor yê nû ye ku ew ê ji Ovakoya Cizîrê destpê bikin, Şengalê dorpêç bikin û ji wê derê jî ji ser Telafera tirkmen berê xwe bidin Musilê û xwe bigihînin Bexdayê.

Ji bo Şengalê pêngava duyemîn jî kontrolkirina rojavayê Kurdistanê ye. Ne di wê qenatê de me ku di serokatiya Joe Biden de ev plan vegûheze. Ew ê Biden jî, ji bo rayedariya rojavayê Kurdistanê bi hest û helwest ji PKK’ê dûr bikeve, piştgiriya xwe bi aliyên dagirker re xurt bike. Çoyê wan jî amade ye, ew ê bi êrîşên dewleta tirk, rêvebiriya xweser tehdît bikin.

Di planên nû de Mexmûr jî di nav pêngavên sereke de cih digire. Bi tevî Neteweyên Yekbûyî, hemû aliyan ji bo hest û helwestên mexmûriyan bişkînin, ango wan jî ji PKK’ê dûr bixin, ew ê êrîş jî tê de hemû cureyên qirêj bikar bînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv