Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Zindî, Kurdistan
Jin Nûçeyên Dawî

Feleknas Ûca: Riya Yekîtiyê di Mexmûrê re derbas dibe

 

9 MEH IN KAMPA PENABERAN A MEXMÛRÊ DIBIN DORPÊÇÊ DEYE. FELEKNAS UCA: RÊYA YEKÎTIYÊ DI MEXÛRÊ RE DERBAS DERBAS DIBE

Wekîla HDP’ê Feleknas Uca diyar kir ku rêya yekitiya Gelê Kurd bi çareserkirina pirsgirêka Mexmûrê ve girêdayî ye û ev pirsgirêk divê were çareserkirin.

Feleknas Uca got jî

Ji Tîrmeha sala 2019’an ve bi fermana Rêveberiya Başurê Kurdistanê kampa penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî hatiye dorpêçkirin, ketin û derketina ji bo kampê hatiye qedexekirin.

dyb-08-09-2017-feleknas-uca-surec-degerlendirme
Wekîla HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca li ser rewşa Mexmûrê debarê abargoyê de axivî rexne li hikmeta Iraq û herêma Kurdistanê kir.

Feleknas Uca anî ziman ku hemû cîhan ketiye pey çareseriya dermanekirina ji bo Coronayê û ew di pêvajoyek wiha de jî behsa ambargoya li ser Mexmûrê dikin.

Hemû der di bin ambargoyê de ye. Nexweşiya Coronayê jî her ku diçe belav dibe gefa wê li ser Mexmûrê jî heye.

 

Ez ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê dipirsim, gelo hûn qet li xeteriya li ser Maxmûrê fikirî ne? Îro bi hezaran mirov li wê bi mirinê re rûbirû ne. Wê kî hesabê wê bide?”

Wekîla HDP’ê bal kişand ser yekitî û yek rêziya nav Kurdan û diyar kir ku rêya yekitiya Gelê Kurd di Mexmûrê re derbas dibe.

Em ji bo ku yekitiya Kurdan pêk bînin me di Newrozê de bi tîfaqa xwe re bang kir.

Ji ber xetereya şewba Coronayê me pîrozbahiya girseyî ya Newrozê betal kir.

Niha di vê demê de pêwist e ku em yekitiya xwe pêk bînin û rêya yekitiya Gelê Kurd di Mexmûrê re derbas dibe.

Divê pêşî em vê pirsgirêkê çareser bikin. Hemû cîhan bi şewba Coronayê re mijûle lê em hê jî di mijara Mexmûrê de ne wek hev in. Ev dem ne dema ambargoyê ye.

Ev jî hatin dîtin

Murat Karayilan2

Stêrk Tv

Murat Karayilan:1’ê Hezîranê pêngava duyemîn a 15’ê Tebaxê ye

Stêrk Tv

Karayilan: Tişta ku civaka Kurd li ser piyan dihêle hêza jin e

Stêrk Tv

Meral Daniş Beştaş: Li dijî qanûna AKP ya zewaca tecawizkaran emê xebateke berfireh pêş bixin

Stêrk Tv

Qanûna AKP a tecwazkraên zarokên xelat dike

Stêrk Tv

Tirkiyê av weke çek li dijî welatên derdor bikar tîne

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!