Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felemez Ûlûg: Ji Anadolûdan Goronumê heta bi Rûdawê 14.01.2021

 

FELEMEZ ÛLÛG / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
JI ANADOLÛDAN GORUNUMÊ HETA BI RÛDAWÊ

Dewleta faşîst, ji salên 90’î ve li Kurdistanê bi şerê taybet li ser civaka Kurd dest bi dezenfarmansyonê kir. Ev xebata ku bi her awayî dûrî nirxên civakê ye, bi destê JÎTEM û MÎT’a Tirk di her qada civakê de liser gel hat ferzkirin û di encama wê de bi deh hezaran kurdistanî bûn mexdûr. Wê demê ji hêla endamê JÎTEM’ê Guntaç Aktan bi bernameyên bi navê “Anadoludan Gorunum” ve gelek rastî dihatin berovajîkirin û civak şaş dihat agahdarkirin.Ev kes bi artêşa dagirker a Tirk ve tevlî operasyona dibû û di bernameyên xwe de herdem artêşa tirk mezin dikir û Tevgera Azadiyê jî reş dikir. Ev xebat bi awayekî pisporî ji aliyê daîreya şerê taybet ya artêşa tirk ve dihat rêxistinkirin û rêvebirin. Ev kesê ku bi navê Guntaç Aktan jî wek berpirsê vê xebatê ji aliyê JÎTEM’ê ve bi taybetî hatibû erkdarkirin. Gelek gotinên medyaya Tirk ên Kurdan û Tevgera Azadiyê reş dike ji aliyê vî kesî ve cara yekem hatin bikaranîn û gotin. Bi demê re ev kar ji bo her kesê li dijî kurdan,wek adetekê hat domandin.

Di sala 2014’an de Redhackê gelek belgeyên Cemaeta Gulen eşkere kiribû. Di wan belgeyan de tê diyarkirin ku di nav malbatên welatparêz,malbatên berdêl dane, malbatên dilsozê Tevgera Azadiyê ne û bi taybetî jî malbatên ku zarokên wan tevlî nav refên PKK’ê bûne, xebat bê meşandin. Di heman demê de tê gotin,”Ji bo êdî kes xwe nêzî sazî û rêxistinên Kurdan nekin,pêwîst e ev sazî bên reşkirin”. Her wiha di belgeyan de ji bo malbaten qaşo zarokên wan di nav rafên Tevgara Azadiyê de ne biçin pêşberî saziyên Kurd jî talîmat hene. Li gorî vê talîmatê em ji bîr nekin ku di 26’ê Gulana 2014’an hin malbat bi hinceta zarokên wan tevlî PKK’ê bûne li pêşiya avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê çalakiya rûniştinê lidarxistibûn.

Em dibînin ku heman proje niha jî bi awayekî hîn berfirehtir di pratîkê de ye.Vê carê ji ber ku şaredarî hemû hatine dagirkirin,berê xwe dane avahiyên HDP’ê.Malbatên bi talîmatên Suleyman Soylu ên li pêşiya avahiya HDP’a Amedê kom bûne ji bo heman projeyê tên bikaranîn.Dixwazin vê projeyê belavî bajarên Kurdistanê hemûyan bikin. Li Wanê û Colemergê jî malbatên qaşo doza aqûbeta zarokên xwe dikin, çûn pêşiya avahiya HDP’ê.

Ev projeya ji bo bi awayekî hîn berfirehtir bimeşe, êdî li derveyî sînorê Bakûrê Kurdistanê jî tê bikaranîn. Bi taybetî ji bo vê projeyê medya PDK’ê bi awayekî xurt tê bikaranîn. Roja 4’ê Çile bi îmzeya qaşo rojnamevan Zanko Burhan di malpera Baasnews a ser bi PDK’ê, nûçeyek derket.Di nûçeyê de tê gotin, 25 zarok ji aliyê PKK’ê li Rojavayê Kurdistanê hatine revandin. Di vê nûçeyê de ku ji serî heya binî bi agahiyên şaş hatiye hûnandin, hevakariya PDK’ê û MÎT’a Tirk jî derdikeve holê. Dîsa cih û deverên ku dibêjin, zarok lê hatine revandin hemû di bin kontrola çeteyên dewleta Tirk de ne. Li ser binpêkirina mafên mirovan, saziya mafê mirovan bi awayekî rêkûpêk mehane raporan eşkere dike. Di van raporan de behsa komên çete yên zarokan direvînin tê kirin. Tevî van agahiyan jî alîgirên MÎT’a Tirk ên PDK’î bi israr dixwazin sûc bixin stûyê PKK’ê.

Bi vê mijarê ve elaqedar, beriya çend rojan Rûdawê jî îmze danî bin nûçeyeke derew. Bi vê nûçeyê derket holê ku Rûdaw jî di nav projeya reşkirina Tevgera Azadiya Kurdistanê de ye. Li gorî nûçeya Dilbixwîn Dara pêşkeşiya wê dike li bajarê Qamişloyê YPJ’ê keçek bi navê Rewan Elîko revandiye û li ser mijarê bi bavê wê Umran Elîko re nîqaş heye. Bi vê nûçeya ku bi her awayî diyar dibe ku li studyo hatiye amadekirin, dixwazin hêzên mîna YPJ û YPG´ê reş bikin. Bêguman bi vê ve jî ne sînordar e. Di nûçeya xwe de wek ku jimarti be hêjmara zarokên tevlî YPJ’ê û YPG’ê bûne dizanin jî diaxifin û hewl didin ku derewa bi xwe dikin, jê bawer bikin.

Bi van nûçe û hewildanan, derdikeve holê ku MÎT’a Tirk ji bo ku vê xebatê di çarçoveyeke berfirehtir de bide meşandin,bi PDK’ê re di nav hevkariyê de ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv