Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferda Çetîn: Tiştên ku Roja behsa wan kirî 22.10.2020

 

FERDA ÇETÎN – YENÎ OZGURPOLÎTÎKA
TIŞTÊN KU ROJA BEHSA WAN KIRÎ

Roja xwendekara beşa Amadeyî..

Xwediya teza derbarê “zewaca zarokan” de li Rojava beşdarî pêşbirka çîroka bû û weke yekemîn hat hilbijartin.
Ji bo vê çîrokê biaxivin, televizyona Rûdaw Roja vexwend studyoya xwe a li bajarê Qasmişlo..

Roja û pêşkêşvan diaxivin..

Pêşkêşvan dipirse, piştî temamkirina dibistanê, tûyê çi bikî?
Roja: Ez ê li Zanîngeha Qamişlo, beşa Huqûq an jî Rojnamegeriyê bixwînim.
Pêşkêşvan vê carî pirsa xwe wiha dewam dike:
Ti dizanî ev zanîngel li ti deverê nayê naskirin, ma ev ê ji bo te nebe pirsgirêk?
Roja dibêje, Nexêr, ji ber ku ez ê li welatê xwe bimînin.
Ji bo min ne girîng e bê kî nas bike an na.
A girîng ez im. Ez qebûl dikim û ev ji bo min bes e.
Pêşkêşvanê Rûdawê ku pîvanên Roja ne li gorî wî ne, bi isrtar dîsa dibêje;
Yanî ti qet nafikirî ku ji vir derkevî û biçî devereke din?
Roja, dibîne ku êdî pêşkêşvan jê fêm nake û bi zimanekî zelal vê bersivê dide:
Celadet Bederîxan gotibû, ya fêrî zimanê xwe bibin, an jî ji xwe re nebêjin em Kurd in. Li vir a girîng îradeya min e. Ez ê li zanîngehê bi zimanê xwe bixwînim.

De îca ji xwe re li vê qederê binerin!

Pêşkêşvanê Rûdawê berê di her bernameyeke xwe de, rêveberiya xweser a li Rojava weke zordest pênase dikir. Her tim behsa pirsgirêkên paqijî, elketrîk, buhabûn û sotemeniyê dikir. Ji van pirsgirêkan rêveberiya xweser weke berpirsiyar nîşan dida.
Rûdaw, li Hewlêr, Duhok û Zaxo êdî dest ji rewşa Başûrê Kurdistanê û halê parlemento û hukûmetê berdabû. Tenê bi Rojava re mijûl dikbû.
Di her êrişa li dijî Rojava de, li şûna ku destketê bide berxwedana gel, her tim dilê êrişkar û dagirkeran xweş dikir.
Dema li Berlîn û Stocholmê çalakiyên bi slogana “Bila PYD’ê bikeve lîsteya terorê” pêk dihatin, destek dida ENKS’ê ya bi van çalakiyan radibû.
Sala 2016’an ENKS’ê li dijî biryara perwerdeya bi zimanê dayîkê rabû û daxwaz kir ku li Rojava pergala perwerdê ya rêjîma Baas dewam bike.
Rûdaw jî her destekê dida vê daxwazê.
Û îro Roja ya yek ji şagirtên sîstema perwerdeya nû ye, bi awayekê ji xwe bawere, zana û serbilidn, nîşan da ku ev kesayeta wê encama perwerdeya bi zimanê dayîkê ye.

Mesele ne ev tenê ye.

Rûdaw a ku her gavê Rêveberiya Xweser weke otorîter û zordest binav dikir, niha li Qamişlo Studyo vekirî ye.

Başe,

Hemde pir baş e.

Gelo rêveberiya Rojava niha difikire ku ji muxatebên xwe ên li Başûrê re vê yekê bêje?
Lazime televizyon û ajansên Kurdî, êdî bi rehetî karên xwe li Hewlêrê bikin û Studyoyên xwe li wir vekir.
Çima îro li Hewlêrê, navendên Ronahî TV, Ajansa Hawarê, RojNews, ANF, Çira TV, Aryen TV û Stêrk TV tine ne. Çima tenê yek nûçegihanê wan jî li Hewlêrê tine ye?
Çima TRT, Ajansa Anadolu, CNN Turk, A Haber, DHA û ÎHA sûdê ji hemû derfetên hukûmeta Başûr werdigrin û bi rehetî kar dikin, lê ketina rojnamevanekî Kurd a ji bo Hewlêrê qedexe ye?
Gelo ev biryara hukûmeta Başûr e, an jî ya dewleta Tirk e?
Dema ku Roja dest bi xwendina li Zanîngeha Qamişlo bike, wê pirsên ji van zortir bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv