Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermana 3 yê Tebaxa 2014 li Şengalê

 

Îro salvegereke roja reş e.

Bi gotineke din salvegera fermana Şengalê ye.

Çeteyên DAIŞ’ê bi eşkere eşkere û ragihandinê ber bi Şengalê diçû.

Hêzên PDK’ê ji Şengalê reviyan û Êzidî bi komkujiyên mezin re rû bi rû hiştin.

12 gerîlayên HPG’ê Êzidî parastin û pêşiya qirkirinê girtin.

Îro bi wesîleya salvegerê di serî de Şengal, wê li gelek deveran merasim pêk werin.

Bi dehan ferman bi serê Kurdên Êzdî de hatine, lê tevî vê yekê Kurdên Êzdî li erdnîgariya Mezopotamyayê mane, çanda xwe parastine û ti car paş de gav neavêtine.

Fermana 73’an di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi destê çeteyên DAIŞ’ê û şirîkên wan pêk hat.

Êzdiyên ku hewildanên qirkirinê weke “ferman” bi nav dikin vê carê di bin dorpêça kolekirin, êsir girtin û tinekirinê de bûn.

Ji dorpêça qirkirinê wêdetir, ya ji bo Êzdiyan giran bêbextî û xiyanet bû..

Di 10’ê Hezîrana 2014’an de, dema Mûsil ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hat dagikirin;

Xeteriya li ser Şengalê berbiçavtir bû.

Beriya ku Mûsil û Şengal bên dagirkirin, rêber Abdullah Ocalan derbarê xetereya li herêmê de pêşbîniyên xwe ji raya giştî re ragihandibû.

Li ser pêşbînî û pêşniyazên Ocalan yên ji bo parastina wê xetê, partiya karkerên Kurdistanê PKK’ê komeke ji 12 kesan şand Şengalê.

Dema talûke nêzîk bû, rayedarên PKK’ê bi serkirdeyên PDK’ê re ketin têkîliyê û îşaret bi cîddiyeta xeteriyê kirin.

Di wê hevdîtinê de tevgera azadiyê ji rayedarên PDK’ê re gotin ku ew dikarin hêza xwe bişînin Şengalê.

Lê belê rêveberiya PDK’ê ne guh da vê bangê ne jî bersiv…

Piştî çeteyên DAIŞ’ê ketin Mûsilê, roja 16’ê hezîrana 2014’an berê xwe dan bajaroka Telaferê ya Tirkmenan.

Beşek mezin ya Tirkmenên Şîî ji Telaferê derketin û xwe spartin Şengalê.

Kêlî mabûn ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê bikin, lê belê PDK’ê li şûna tedbîrên parastinê bigre;

Çekên di destê xelkê de jî komkir û ji wan re got “em ê we biparêzin”.

Li gorî daneyên fermî yên paşê derketin holê, beriya çete êrişî Şengalê bikin li Şengal û gundên wê hejmara Pêşmerge, Asayîş, Polîsên federal yên Iraqê, polîsên Trafîkê û hêzên partiyên din yê siyasî 11 hezar bûn.

Roja çeteyên DAIŞ’ê gihîştin ber deriyê Şengalê, xelkê wêderê bawer nedikir ku wê dor were wan.

Ji ber ku, wan digot qey wê ew hêza mezin ya PDK’ê û Iraqê parastina wan bikin û ew ê nehêlin dora komkujiyê bigihîje Êzdiyan.

Lê belê, rastî ji van bendewariyên Kurdewer û pak gelekî dûr û tûj bû…

Wexta çeteyên DAIŞ’ê hatin ber deriyê Şengalê, bi hezaran çekdarên PDK’ê bêyî ku fîşekek biteqînin bi hezaran Êzdî, bê çek û bê parastin hiştin.

Û beyî ku li pişt xwe binêrin reviyan…

Piştî vê bêbextiyê, bi hezaran Êzdî ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatin kuştin.

Piranî jin û zarok bi hezaran jî hatin revandin û li bazaran weke kole û cariye hatin firotin.

Piştî, vê fermanê derket holê ku PDK çekên di destên xelkê de komkiriye û 3 ji 12 gerîlayên çûne herêmê jî girtine.

Ev yek jî bivênevê pirsên weke “gelo ev yek pîlankirî bû” di mêjiyan de dihişt.

Vê karesatê rê li ber karesateke mezin vekir.

Neteweyên yekbûyî di 17’ê cotmeha 2014’an de derbarê vê karesatê de raporek weşand.

Li gorî wê raporê;

5 hezar mêrên Êzdî hatin kuştin.

100 mêrên Êzdî hatin serjêkirin.

Nêzî 7 hezar jinên Êzdî hatin revandin û li bazaran hatin firotin.

Daneyên piştî vê raporê derketin holê jî eşkere dikin ku bi Êzdiyên li çiyayê Şengalê ji tî û birçîna jiyana xwe ji dest dane hejmara windahiyên vê karesatê zêdetir e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv