FERMANDAR XEBAT DÊRIK
DI SALVEGERA 9’AN A ŞEHADETA XWE DE HAT BIBÎRANÎN
Ji bo bîranîna fermandar Xebat Dêrik li Goristana şehîdan a Dêrikê merasîmek hat li darxistin.
Hevseroka Tev-Demê Zelal Ceger û berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd jî di nav de gelek kes beşdarî merasîmê bûn.
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd bi berferihî behsa rola Xebat Dêrik a avakirina hêza parastinê kir û wiha got.
Hevseroka Tev-Demê Zelal Ceger jî da zanîn ku xelkê Rojava wê li ser şopa fermandar Xebat nirxên xwe li hemberî êrişên dagirkeran biparêze.
Birayê şehîd Xebat, Hisên Remedan jî soza şopandina rêya hemû şehîdan da.
Piştî axaftinan, Nûrî Mehmûd semboleke YPG’ê da malbata şehîd Xebat.