Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Fermandara Bîryargeha YJA-Starê ZozanÇewlik berxwedana li dijî êrîşên Dewleta Tirk nirxand

 

 

Li dijî dewleta Tirk, dagirkeriya wê li Heftenînê berxwedaneke mezin heye.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Zozan Çewlik berxwedana gerîlayan nirxand.

Zozan Çewlik di nirxandina xwe de balê dikişîne ser rihê fedaîtiyê, berxwedana bi pêşengiya Esmer û Nûcan û dibêje:

Dewleta Tirk teknîk nebe nikare gavekê tenê jî bi pêş bikeve.

HELWESTA LI DIJÎ TECAWIZKARIYA DAGIRKERIYA TIRK
ZOZAN ÇEWLIK: EM XELKÊ BOTANÊ Û CIWANÊN WÊ SILAV DIKIN

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-STARê Zozan Çewlik têkildarî berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ji Ajansa Nûçeyan a Firatê-ANFê re axivî.

Fermandara YJA-Starê bal kişand ser helwesta Şirnexiyan a li dijî bûyera tecawizê derketî holê û got, ev helwesta xwedîderketina li rûmeta xwe ye.

Em xelkê xwe yê Botanê û ciwanên xwe ji ber vê helwestê silav dikin.

ZOZAN ÇEWLIK: HEVAL ESMER BERXWEDANEKE EFSANEWÎ KIR

Zozan Çewlik bal kişand ser pîlana dagirkeriya Tirk a ji bo Heftenînê û wiha axivî:

Ji ber ku hesabê wan ê li Heftenînê neçû serî, ew generalên bêhn li wan çikiyayî her roj dereweke din li derewan zêde dikin.

Divê were zanîn, ku ev tevger ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.

Hewldana dagirkirinê ji aliyê kê ve were kirin bila bê kirin, wê li dijî vê têkolşîn bê kirin.

Gerîlayên YJA-Starê û HPGê berxwedaneke muhteşem dikin.

Dagirkeriya Tirk ji bo eskerên xwe deyne, 50 carî girê Xantûrê bombe kir û bi dehan balafirên keşfê, obus bi kar anîn.

Fermandara YJA-Starê berxwedana fermandar Esmer Devrîm a li Şeşdara bibîrxist û weke berxwedaneke efsanewî bi nav kir.

ZOZAN ÇEWLIK: SENDROMA HEFTENÎNÊ LI BENDA DAGIRKERIYA TIRK E

Dîsa ew agahî da ku, gerîlayê bi navê Rustem ê ji roja destpêkê ve di her çalakiyê de cihê xwe girtî ji bo dîl nekeve destê dijminê xwe, xwe ji kendêl wer kiriye.

Zozan Çewlik destnîşan kir, ku artêşa dewleta Tirk a dagirker ji zû ve li hemberî vî ruhî têk çûye.

“Gerîlatiya sedsala 21. gerîlatiya kûantomîk e. Ew gerîla hem li her derê û hem jî le ti deverê ye. Ne diyar e, bê wê li kû çi bike û çawa tevbigere.”

ZOZAN ÇEWLIK: WÊ GERÎLAYÊN YJA-STAR’Ê FAŞÎZMÊ HILWEŞÎNIN

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê da zanîn, ku êdî wê gerîla tenê xwe li qadekê bi sînor neke û got, piştî sendroma Nisêbînê, wê artêşa dewleta Tirk a dagirker sendroma Heftenînê jî bibîne û emê vê yekê di rojên bê de nişan bidin.

Li ser pêşengiya gerîlayên jin ji berxwedanê re jî Zozan Çewlik got, emê li dijî wê faşîzma ku jinan dike hedef, xwe bi hêz bikin û faşîzmê hilweşînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv