FERMANDARA GIŞTÎ YA YPJ’Ê NEWROZ EHMED:
EM Ê DI 2021’AN DE ROLA XWE PÊŞENGIYÊ ZÊDE BIKIN
Fermandara Giştî ya YJP’ê Newroz Ehmed di serî de sûcên şer ên hêzên Tirk ên li Efrînê destnîşan kirin û got: Ji ber ku YPJ destpêkê xwe li Efrînê rêxistin kir û xurt bû. Lewma dagirker bi êrişên sîstematîk dixwazin îradeya jinên Efrînê bişkînin.
Newroz Ehmed anî ziman ku hêzên tirk û çeteyên wan, li Efrînê pêkanînên wekî yên çeteyên DAIŞ’ê pêk tînin û ew li hemberî van ji hemû aliyan ve banga xurtkirina têkoşînê dikin.
Newroz Ehmed diyar kir ku xwepêşxistin, ji aliyê eskerî û siyasî xurtkirin û çalakbûn berpirsyariya herî mezin a wan e û wê di sala nû de, rola pêşengî ya YPJ’ê zêde bikin.
Newroz Ehmed dazanîn ku pêşengiya wan a li hemberî têkoşîna DAIŞ’ê, li hemû waran bador kiriye û ew encama vê jî, bi beşdariya jinên Ereb, Suryanî, Ermenî ya di hemû warên jiyanê yên li herêmê dibînin.
FERMANDARA GIŞTÎ YA YPJ’Ê NEWROZ EHMED:
RIZGARKIRINA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ, WEZÎFEYA ME YA SEREKE YE
Fermandara Giştî ya YJP’ê Newroz Ehmed li ser herêmên dagirkirî jî axivî û bi bîr xist ku daxwaza sereke ya gel ewe ku, rojek zû vegerin ser cih û warên xwe û got: Ji bo vê daxwaza gel, wekî YPJ çi ji dest wan were ewê bikin.
Newroz Ehmed anî ziman ku wan bi biryardariyeke mezin sala nû pêşwazî kiriye û got: Di serî de ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û parastina gel û destketiyan, berpirsyariya me ya bingehîn e. Emê bi vê bîr û baweriyê di sala 2021’an de têkoşîna xwe xurt bikin û pêwistiya berpirsyariyên xwe bi cih bînin.