Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên DawîPortre

Fermandara YJA-Starê gerîlaya 27 sal Zîn Avesta li Dêrsimê şehîd bû

 

FERMANDAR Û GERÎLAYA 27 SALAN ZÎN AVESTA
FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA-STAR’Ê EW BI BÎR ANÎ

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Fermandar û gerîla Zîn Avesta bi daxuyaniyekê bibîranî.

Di daxuyaniyê de hat gotin, hevala me, endama Konseya Fermandariya HPG û YJA-Starê Zîn Avesta di encama nexweşiya penceşêrê de li Dersimê şehîd bû.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê ji malbata wê û welatparêzên Kurdistanê re sersaxî xwest.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê bi daxuyaniyekê fermandar û gerîlaya 27 salan Zîn Avesta bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Hevrêya me Zîn Avesta, ya ev demeke dirêj bû di refên herî pêş ên têkoşîna me ya azadiyê de cihê xwe digirt û endama Konseya Fermandariya HPG, YJA-Starê bû li Dersimê di encama nexweşiya penceşêrê de meha Sibatê şehîd bû.

Nasnameya fermandara nemir a gerîla wiha ye:

Hafîze Ozdemîr bi nasnav Zîn Avesta li Şirnexê ji dayîk bûye û Sibata 2020’an li Dersimê şehîd bû.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê di serî de malbata Zîn Avesta, ji tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxî xwest.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

Di şexsê hevrêya xwe Zînê de em dilsoziya bi bîranîna tevahiya şehîdên xwe re nû dikin.
Hevala me Zînê bi kevneşopiya berxwedêr a Cizîra Botan di ciwantiya xwe de ket nava lêgerîna azadiyê.

Bi ruhê serhildana Cizîra Botan 1993’yan beşdarî nava refên PKK’ê bû.

Salên 94 û 95’an li Dibistana Navendî ya Partiyê perwerdeya bingehîn dît û weke mîlîtaneke bi pêşengiya jinê mezinbûyî ya şoreşa Kurdistanê derbasî nava xaka welat bû.

YJA-Starê diyar kir, ku fermandar Zînê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Botanê û Dersimê erk û berpirsiyarî girtine ser milên xwe.

Û hat gotin:

Hevrêya me Zînê, fermandareke xwedî kûrbûn û tecrûbeyeke girîng bû. Di nava hevrêyên xwe de xwedî sekneke mînak bû.

Hevrêya me Zînê di şerê gel ê şoreşgerî de berê xwe da Dersimê, di serdema herî zor a têkoşînê de li gel Şehîd Çetîn û Şehîd Baran têkoşîn û berxwedaneke mezin kir.

Em careke din hevrêya xwe Zînê bi hurmet bi bîr tînin.

Di şexsê wê de tevahiya şehîdên xwe yê şoreşê bi bîr tînin.

Emê xwedî li nirxên azadiyê derkevin, ku ji aliyê şehîdan ve bi berxwedanê hatine afirandin.

Em soz didin, ku emê xeyalên xwe yên welatê azad bi Rêbertiya azad bi serketinê tacîdar bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv