Yek ji fermandarên YJŞ’ê li Şengalê Axîn Intîqam bersiva pirsên pêşkêşvanê Nîvroj Selman Aslan da.
Axîn Intîqam derbarê peyamanên li ser Şengalê, planên derxistina YBŞ û YJŞ’ê de destnişan kir ku ew di qonaxeke girîng û zirav de derbas dibin.
Divê rewşa ku li Şengalê dema komkûjiyên 2014’an pêkhatibû û hata niha, baş were dîtin, Çi berxwedan li dijî qirkirinan de pêkhat. Ên Şengalê li hember êrîşan hişt, bazdan û gelê herêmê bi tenê hiştin, nizanin bê ka li Şengalê çi berxwedan hatiye nişandan.
Loma dive Bexdad peymana xwe bi hêzên Şengalê diparêzin re çêke, ne bi hêzên dûrî herêmê re çêke.
Derbarê êrîşeke gengaz li ser herêmê pêkbê, fermandar YBŞ’ê da zanîn, ku Berzanî nikare bi helwesta xwe pirsgirêkên civakê li Şengalê çareser bike.
Em ji bo diyalog û hevdîtinan amada ne. Lê belê eger êrîşek li ser Şengalê çêbibe, em amadane di hemû waran de Şengalê biparêz in.