FERMANDARÊ QSD’Ê LI EYN ÎSA ERDAL KOBANÊ: DIBE DEWLETA TIRK CAREKE DIN ÊRIŞEKÎ BERFIREH BI SER HERÊME DE BÎNE
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê her roj zêde dibin.
Erdal Kobanê ku yek ji fermandarên QSD’yê li Eyn Îsa diyar kir ku dibe dewleta Tirk careke din êrişekî berfireh bi ser herêmê de bîne.
Têkildarî hebûna Rûsya û Rejîmê jî Erdal Kobanê di hevpeyvîna xwe de agahiyan dide.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker, bi taybet li ser Eyn Îsa, gundên li rojavayê Girê Spî û rêya M4 her roj zêde dibin.
Veguhastina li qadên dagirkirî mîna Girê Spî, hejmara stargehên leşkerî yên li ser sînor jî tên zêdekirin.
Ji fermandarên Eyn Îsayê Erdal Kobanê êrişên dewleta Tirk ên zêde bûne nirxand.
Fermandar Erdal Kobanê da zanîn ku dewleta Tirk sivîlan dike hedef û gundan bombe dike.
Erdal Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk li gorî lihevkirina agirbestê tevnagere, û her roj êrişên xwe zêde dike.
Her wiha Kobanê behsa hebûna Rûsya û Rejîmê jî li herême kir û got ew bi rola xwe ranabin.
Fermandar Erdal Kobanê di dawiya axaftina xwe de got, hazirinên wan hene, ku eger êrişek bi ser wan de were, wê bersiva herî tûnd bidinê.