FERMANDARÊ QSD’Ê CIWAN AYHAN
“DI ENCAMA BERXWEDANÊ DE HEWLDANÊN DAGIRKIRINA EYN ÎSAYÊ BI SER NEKETIN”
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 23’ê Mijdarê ve êrişî navçeya Eyn Îsa dikin.
Pîlana dewleta Tirk ew bû ku di nava çend rojan de Eyn Îsayê bi temamî dagir bike.
Lê şervanên QSD’ê berxwedaneke mezin nîşan dan û rê nedan hêzên dagirker yek gavê jî pêşde herin.
Nûçegihanî ajansa nûçeyan a ANHA’yê Zana Zeydî, bi fermandarê QSD’ê ye herêmê Ciwan Ayhan re hevpeyvînek çêkir.
Ciwan Ayhan derbarê encama şer û berxwedana du mehan de agahî dan.