Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel: Emê di Pêngava “Dem Dema Bidestxistina Azadiyê ye” de bi rola pêşengiyê rabin 17.09.2020

 

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL
EMÊ DI PÊNGAVA “DEM DEMA BIDESTXISTINA AZADIYÊ YE” DE BI ROLA PÊŞENGIYÊ RABIN

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi daxuyaniyekê ragihand, ku wê bi awayekî aktîf beşdarî pêngava KCK’ê ragihandî bibin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, wê gerîla di pêngavê de bi rola xwe ya pêşengiyê rabe.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel li ser Pêngava “Dem Dema Bidestxistina Azadiyê ye” ya KCK’ê ragihandî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, rêjîma faşîst, qirker û mêtîger a AKP-MHP-Ergenekonê bi tecrîda li dijî Rêber Apo, li dijî gel, PKK’ê û hêzên şoreşger ên Tirkiyê şerekî giştî dike.

Di daxuyaniya fermandariyê de bal hat kişandin ser berxwedana ji Îmralî û zindanan heta serê çiyayan û hat gotin, di encama vê têkoşînê de dijmin di şerê xwe de ti encam bi dest nexistiye.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel destnîşan kir, ku rêjîma faşîst bi pêkanînên xwe li dijî tevahiya gelan bûye gefek ciddî û hat gotin, hewl dide bi anîna qira gelê Kurdistanê bigihe armancên xwe.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Pêngava Konseya Rêveber a KCK’ê ragihandî wê hêzeke nû bide pêngavê û hat gotin, ji bo pêkanîna stratejiya serketinê ya têkoşîna me “Şerê Gel ê Şoreşgerî” tê maneya pêngavekê.

Ji ber vê yekê hêzên me hemû bi beşdariyeke li gorî ruhê pêngavê, bi rabûna rola pêşengiyê berpirsiyar in.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bê çawa li dijî darbeya faşîst a 12’ê Îlonê bi pêşengiya fermandarê mezin Egîd berxwedaneke destanî li ser dika dîrokê kirin, wê îro jî li dijî faşîzma AKP-MHP’ê berpirsiyariya dikeve ser milê xwe bi cih bînin.

Em bawer dikin, wê yekîneyên me hemû bi awayekî xurt beşdarî Pêngava “Ji Tecrîdê, Faşîzmê û Dagirkeriyê re Bese, Dem Dema Bidestxistina Azadiyê ye” bibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv