Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandariya Biryargeha NPG’ê: Êriş çiqas giran bin jî bi têkoşînê wê azadî pêk were 26.11.2020

 

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NPG’Ê:
DI HER SERKETINA PKK’Ê DE KEDA MEZIN A ŞEHÎDAN HEYE

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG jî bi minasebeta roja watedar daxuyaniyekê weşand.

Fermandariyê di destpêka daxuyaniya xwe de salvegera 42’yan bi van gotinan pîroz kir;

Em Cejna Partiyê di serî de ya Serok Apo û li hemû malbatên şehîdên me, gelê me yê welatparêz, gelên dost, rêxistinan, li hemû hevrêyên partiyê ku li çiyayan, bajaran, zindanan têdikoşin pîroz dikin.

Fermandariyê di xurtkirina têkoşîna azadiyê de rol û rista şehîdên doza Kurdistanê bi bîr xist û bi berdewamî got:

PKK partiya şehîdan e. Di hemû serkeftinan de û di hemû nirxan de keda mezin a şehîdên me heye. Şehîdên me tekane temînata têkoşîna azadiyê ya gelê me ne.

Li ser vî esasî di şesxê şehîdê pêşî yê partiya me Hakî Karer, fermandarên me yê pêşeng Kasim Engîn, Egîd Garzan, Egîd Civyan, Leyla Agirî, Amara Ronahî û Yilmaz Dersim de em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin, sond dixwin ku alaya şoreşê ku ji me re hiştine em bi serfiraziyê tacîdar bikin.

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NPG’Ê:
ÊRIŞ ÇIQAS GIRAN BIN JÎ BI TÊKOŞÎNÊ WÊ AZADÎ PÊK WERE

Fermandariyê bal kişand ser bi têkoşîna PKK’ê re bandora li ser gelê kurd û gelên herêmê çêbûye û wiha dewam kir:

Têkoşîna PKK’ê gelê kurd û gelên din, tevî tevgerên dost xurt kir. Ji bo hemû bindestan bû hêviya rizgariyê. Li ser vê bingeha têkoşînê îro roj gelê me zêdetir nîzê serfiraziyê ye.

Bi mezinbûna têkoşînê re li ser partiya me û xeta Rêber Apo jî êrişeke giran ku bi serkêşiya dewleta tirk a qirker ve tê kirin heye.

Bêguman ev êriş hewlên dawî yên pergala qirker û mêtinger e ku îro ew li ber hilweşînê ne. Gelê me yê ku bi pêşengiya Rêber Apo xwedî li hebûna xwe derket wê bi têkoşînê azadiyê bi cih bîne.

Tevgera gel ku bi pêşengiya partiya me PKK’ê geş bûyî êdî xwedî hêzeke wiha ye ku dikare polîtîkayên şerê taybet ên mêtingeran hemûyan li bin erdê xe.

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NPG’Ê:
GERÎLAYÊN KURDISTANÊ JI BO AZADIYÊ WÊ BÊDUDILÎ ÇI HEWCE BE PÊK BÎNE

Fermandariya Biryargeha NPG’ê ji bo sala nû ya têkoşînê jî îşaret bi pêkanîna berpirsyariyên dîrokî kir û ev peyam da.

Em biryardar in ku hewcehiyên peywirên demê bi cih bînin. Aşkere ye ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi keda 42 salan a Rêbertiya me, gelê me û şehîdên me bûye artêşeke ku têk neçe.

Gerîlayê Modernîteya Demokratîk ê sedsala 21’ê ku bi îdeolojiya Apoyî xwe pêçaye di têkoşîna biserxistina doza azadiyê ya gelê me de wê bê dudilî tişta hewce bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv