Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandariya Biryargeha Parastina Gel: Sala 2020’an li Bakurê Kurdistanê dîrok hat nivîsandin 16.01.2021

 

FERMANDARIYA BIRYARGEHA PARASTINA GEL:
DI ŞERÊ 2020’AN DE GERÎLAYÊN KURDISTANÊ BERXWEDANEKE BÊ HEMPA NÎŞAN DAN

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, bi daxuyaniyekê encama şer û berxwedana sala 2020’an eşkere kir..

Di beşa pêşî ya daxuyaniyê de, berxwedana gerîlla ya li dijî artêşa Tirk bi berfirehê tê nirxandin û di beşa duyem de jî encamên eskerî û siyasî tên eşkere kirin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel encama şerê sala 2020’an bi raya giştî re parve kir.

Fermandariyê 2020 weke sala berxwedana topyekûn binav kir û wiha got:

Di dîroka gelê Kurdistanê de, me saleke tije berxwedan li pey xwe hişt, li hemberî her cûreyên êrişên faşîst ên dewleta Tirk a mêtinger, têkoşîneke bi rûmet hat nîşandan.

Dewleta faşîst bi xeyala tinekirinê hemû hêz û derfetên xwe li dijî gelê Kurd û tevgera wî ya azadiyê bikar anî.

Lê belê gerîllayên Kurdistanê li ser hîmê dîroka 36 salên derbasbûyî, careke din rê neda ku dewleta faşîst encamê bi dest bixe.

Li hemberî rêjîma faşîst a AKP-MHP ku bi îdîaya ” ew ê koka gerîlla biqelînin” ketin sala 2020’an bi berxwedaneke mezin re rû bi rû man û encamên dixwestin bidest nexistin..

Gerîllayên modern ên sedsala 21’an bi rêbaz û taktîkên serdema nû bersiva pêwîst dan hêzên dagirker û derbên giran li wan dan.

Bi vê berxwedana dîrokî, gerîlla îsbat kir ku mêtingeriya Tirk mehkûmê têkçûyînê ye.

FERMANDARIYA BIRYARGEHA PARASTINA GEL:
SALA 2020’AN LI BAKURÊ KURDISTANÊ DÎROK HAT NIVÎSANDIN

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel îşaret bi girîngiya berxwedana li Bakurê Kurdistanê kir û wiha got:

Hêzên me li Bakurê Kurdistanê di asta herî jor de berxwedan û fedekarî nîşan dan. Bi pêşengiya Egîd Civyan, Yilmaz Dersîm, Amara Ronahî, Sema Koçer û hevrê Yildiz, gerîlla bi lehengî şer kir. Bi taybet cotmehê li diyarê berxwedanê yê Îhsan Nûrî Paşa Gelîdaxê, gerîlla 24 rojan bê navber li hemberî operasyona tinekirinê ya artêşa dagirker berxwedaneke dîrokî nîşan da. Bêyî ku yek heval şehîd bibe, derbên giran li artêşa Tirk hatin xistin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, dewleta Tirk a li bakurê Kurdistanê negihişt armancên xwe bi êrişa li dijî Başûrê hewl da encamekê bidest bixe û wiha dewam kir:

Rêjîma faşîst bi xeyala ku ew ê li Başûrê Kurdistanê serkeftinê bidest bixe, ket pey xeyala avakirina Osmaniya nû. Lê belê bi taybet li Heftanîn û Xakûrkê li dîwarên berxwedana dîrokî ya gerîlla qelibîn. Berxwedana dîrokî ya bi pêşengiya Qasim Engîn,. Leyla Agirî, Egîd Garzan, Bargiran, Esmer û Nûcan û Rusteman, xwen û xeyalên dagirkeran pûç kirin.

Ev berxwedana bê mînak nîşan da ku artêşa dagirker bê rêbaza êrişên hewayî wê nikarina ti encamê bidest bixe. Berovajî, artêşa Tirk li hemberî lehnegiya gerîlla derbên giran xwarin. Ji ber vê çendê bi rêbazên şerê taybet û veşartina têkçûyînê, hewl dan rastiyan ji raya gitştî veşêrin.

FERMANDARIYA BIRYARGEHA PARASTINA GEL:
GERÎLLAYÊN AZADIYÊ WÊ SALA 2021’AN BI ROLA XWE RABIN

Fermandariya Biryargeha Navendî diyar kir ku çawa gerîllayên Kurdistanê sala 2020’an biryardariya serkeftinê nîşan dan, ew ê sala 2021’an jî bi rola xwe rabûn û wiha dewam kir:

Encama berxwedana saka derbasbûyî raxiste ber çavan ku gerîlla êdî xwedî hêz û rêbazên modern ên têkoşînê ye. Di dîroka berxwedana me de cara pêşî taktîka şerê hewayî hate bikaranîn.

Gerîllayên ji her alî ve xwe nûkirine, wê sala 2021’an jî bibe xwedî pratîkeke bê mînak. Wê ala azadiyê ya şehîdên qehreman li Kurdistanê were bilindkirin.

Di meşa azadkirina Rêber Apo û gelê Kurdistanê, wê gerîlla bibe hêza pêşneg û bi rola xwe a dîrokî rabe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv