Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li ser gorên xwe hatin bibîranîn 07.01.2021

 

SALVEGERA 8’AN A KOMKUJIYA PARÎSÊ
LI DERSÎMÊ KETINA GORISTANÊ HAT QEDEXEKIRIN

Di salvegera 8’an a komkujiya Parîsê de sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin bibîranîn.

Rêxistina HDPa Dersimê, tevî parlementeran û aktivîstên TJA’yê xwest serdana gora şoreşgera mezin Sakîne Cansiz bike.

Hêzên dagirkeriya Tirk ji bo rê li ber bîranîna şehîd Sara bigirin, ketina goristanê qedexekirin.

Li ser vê yekê jinan li avahiya HDP’ê her sê jinên şoreşger bibîranîn.

Parlementer Ayşe Acar Başaran li vir got, em hevrêyên Sakîneyê ne, ku tifî rûyê celladê xwe kir.

SALVEGERA 8’AN A KOMKUJIYA PARÎSÊ
FÎDAN DOGAN Û LEYLA ŞAYLEMEZ LI SER GORÊN XWE HATIN BIBÎRANÎN

Fîdan Dogan jî li gundê Xoponê yê navçeya Mereşê Elbistanê li ser gora xwe hat bibîranîn.

Parlementera HDP’ê Ayşe Surucu li vir axivî.

Bîranîneke din jî li navçeya Mêrsînê Toroslarê hebû.

HDP’yî, TJA’yî û gel şoreşger Leyla Şaylemez li ser gora wê bibîranîn.

Parlementera HDP’ê Tulay Hatîmogullari li vir axivî û got, wê jinên Kurd têkoşîna şoreşgerên jin ên şehîd mezin bikin.

Çalakiyeke bîranînê jî li Colemêrgê pêk hat.

6 jinên şoreşger Sakîne, Fîdan, Leyla, Fatma, Sêvê û Pakîze bi nîşandana sînevîzyonê hatin bibîranîn.

Li Rojavayê Kurdistanê jî sê jinên şoreşger bi çalakiyan hatin bibîranîn.

Li Dêrikê Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star derheqê şoreşgeran de semînerek li darxist.

Li Çilaxa Kongreya Star bi beşdariya dehan şêniyên navçeyê semînerek li darxist û şoreşger bibîranîn.

Çalakiyeke din a bîranînê dîsa ji aliyê Kongreya Star ve li Girkê Legê pêk hat.

Bi dehan şêniyên gundan beşdarî merasîma bîranînê ya li bajarokê Mistafewiyê bûn.

Di bîranînan de hat gotin, wê têkoşîna jinên şoreşger ji bo şoreşa Rojava timî bibe roniyek.

Meclîsa Jinan a HDP’ê ya paytexta Tirkiyê Enqerê jî bi daxuyaniyekê şehîdên Parîsê û Silopya bibîranîn.

Daxuyanî li avahiya HDP’ê hat dayîn.

Û hat gotin, wê têkoşîna şoreşgerên jin were mezinkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv