Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Fikarên jinan li hember Hevdîtinên Hikemeta Afganîstan û Talîbanê

 

Hikûmeta Afganistan û Talîban li Qatarê di nava guftogyan de ne.

Van hevdîtinên aşitiyê bi pêşengiya Amerîkayê destpê kir.

Lê ev sê roj in, şer di nava herdu aliyan de dîsa gurr bûye.

Li gor peymana meha sibatê ya di navbera Talîban û Amerîkayê de, bi şertê ku Talîban êrişên xwe bisekinîne wê Amerîka ji wir vikişiya.

Lewma li ser mijara vekişîna leşkerên Amerîkayê niha fikar hene.

Li aliyê din jinên Afganistanê ji encamên hevdîtinan ne razî ne.

Ditirsin ku hikumet ji mafê jinan tawîzê bide.

Hikûmeta Afganistan li Qatarê bi Talîbanê re hevdîtinan dike..

Lê tevî hewldana lihevhatinê ev sê roj in di navbera herdu aliyan de dîsa şer rû dide..

Talîban êrîş bir ser eyaleta Helmand, û nuqteyên leşkerî bidest xist..

Bi vî awayî Talîban hewl dide destê xwe li dijî hiqumetê xurt bike..

Hêzên ewlehiyê bi piştgiriya balefirên Amerîkî doh ji bo vegerandina nuqteyên girtî ketibûn liv û tevgerê..

Texmînî pênc hezar malbat ji ber pevçûnan neçar man malên xwe biterikînin..

Ev rûdana şer bi teybetî ji bo hiqumeta Amerîka dibe pirsgirêk..

Ji bo vekişandina leşkeran, Amerîka Talîban qane kirîbû ku êrîşên xwe bisekinîne..

Li alyê din jinên Afganistan fikarên xwe jibo hevdîtinên aşitiyê îfade dikin..

Ji heyeta hikumetê ya bîst û yek kesan, tenê çar jin in..

Endama pêşeng Fewzya Kofi jî berya meheke bubû hedefa suikastek..

Jin bifikarin ku hikumet tawîz li ser mafê jinan bide..

Di bin rêvebiriya Talîbanê de jin ji hemû mafên bingeh bêpar mabûn..

Wek mînak, çûna dibistanan ji jinan re qedexe bû..

Li hemberî wê îro ji neh milyon xwendevanên Afganistanê, sê û nîv milyon jin in..

Roja yekşemê bi hezaran jin li Kabûlê civiyan jibo helwesteke yekgirtî nîşan bidin..

Plansaziyek ji neh xalan hatîbû amade kirin..

Xala bingeh dibêje:

Gerek cihê jinan di hemû rêvebiriyan û hikumetê de zêdetir bibe..

Fikarên jinan hene ku Talîban dest bi suikast kirina jinan bike..

Rojnamevanek jin fikarên xwe wiha îfade dike:

“Eger em bêdeng bin û Talîban jinek tenê jî bikuje, ewê tirsek biêxe dile herkesî..

Em ticar qebul nakin ku jiyan bibe wek berê û însan şiddet li me bike..

Jiber wê pêwîst e em hêj niha li ser mafê xwe bi israr bin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv