Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Financial Times: Mihemed Bin Selma-Edogan û Putîn Otokratin

 

GIDEON RACHAMN-FINANCIAL TIMES: 3 MIROVÊN BI HÊZ Û ŞERÊ WAN JI BO ROJHILATA NAVÎN

Di rojnameya Financial Times de li ser Erdogan, Pûtîn û Mûhammed Bîn Selman nivîsek heye.

Ji bo van her sê kesan tê gotin otokrat in .

Ango ji bo desthilatdariya xwe, bi ser muxalefetê ve diçin.

Û ew weke “patronên mafyayê” tên tarîfkirin.

Ev hersê mirov bi pêwendiyên dîplomatîk ên şexsî bawer dikin. Aynî mîna patronên mafyayê ne.

Rojekê mîna dost xuya dikin, roja din jî dikarin bibin dijminê hev.

Ev ji bo wan girîng e, ji ber şerê wan ê berjewendiyan ji Rojhilata Navîn bigrin û heta, Afrîkaya Bakur û Kafkasan belav dibe. Li van herêma şer gur dikin. Dema dijminahiya wan ji kontrolê derkeve jî êşa herî mezin sivîl dikşînin.

Bu taybet pêwendiya di navbera Pûtîn û Erdogan de pir ecêb e. Ev herdû lîder li Sûrî, Lîbya û Qerebaxê destekê didin aliyên şerê hev dikin.

Wextekê tam ketin nava rewşa şer. Sala 2015’an Trkiyê balafireke Rûs xist xwarê, Îsal jî hêzên Sûrî bi desteka Mosko yekîneyên Tirk bombardiman kirin.

Lîderên Rûs û Tirkiyê dostaniyek bi temkîn berdewam dikin. Tirkiyê bi ti awayî guh neda endametiya xwe a NATO’yê û fûzeyên S-400 ji Rûsyayê kirîn.

Pûtîn û Erdogan baş ji hev fêm dikin. Ev yek girêdayî taybetmendiya wan şerxwaziyê ye.

Derdê wan ew e ku li Rojhilata Navîn, deverên ku Amerîka vala dike, bi xwe li wan bicih bibin.

Herdû jî alîgirên tûndiyê ye.

Pûtîn sala 2014’an Kirim dagir kir. Sala 2015’an jî dest werda Sûrî.

Li hundirê welat jî lîderê muxalefetê Aleksey Navalny jehîr kir.

Erdogan jî esker şandin Sûrî û Lîbyayê. Li Derya Spî ket nava hewldana peydakirina şerê bi Yûnanistanê re. Li aliyê din destek da Azerbêcan da ku şerê Ermenîstan bike.

Li nava Tirkiyê jî dijberên xwe, rojnamevan û parêzvanên mafê mirovan davêje zindanan.

Her çendî Rûsya û Tirkiyê li Sûrî weke dijberên hev ên şer xuya dikin jî lê di mijarên sereke de dibin xwedî heman fikir.

Li Sûrî hedefa sereke a Erdogan astengkirina avakirina rêveberiya Kurd e.

Armanca Pûîtîn jî parastina desthilatdariya Beşar Esed e.

Ev hevsengiyên di navbera Rûsya û Tirkiyê de bi hêsanî dikarin werin hilweşandin. Li Qerebexa Rûsya ket navbera şerê Azerbêcan û Ermenîstanê û agirbest ragihand. Mokso ne mumkine ku rê bide Tirkiyê li ser axa Sovyeta berê bibe xwedî serwerî.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv