Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Foreign Policy doza Halkbankê bi berfirehî nirxand: Doza ku wê Adarê dest pê bike têkiliyên Trump, Erdogan û Îranê wê bîne rojevê 11.01.2021

 

FOREIGN POLICY DOZA HALKBANKÊ BI BERFIREHÎ NIRXAND
DOZA KU WÊ ADARÊ DEST PÊ BIKE, TÊKILIYÊN TRUMP, ERDOGAN Û ÎRANÊ WÊ BÎNE ROJEVÊ

Serokê Amerîkî wê ti caran nikaribûya têbigihîşta ku parastina Halk Bank a Tirkiyê ji bo Erdogan, wê ji Îranê re rêya xwerizgarkirina ji ambargoyan vekira.

Yekê adarê dadgeheke New Yorkê li dijî Halk Bankê ku bi sextekariyeke 20 milyar dollarî tê sûcbarkirin wê dozekê veke.

Ev doz herwiha wê bibe jêpirsîna li dijî rayedarên payebilind ên dewleta Tirk, têkildarî hewldanên wan ên parastina Îranê ji ambargoyên Amerîkî.

Eger Halkbang sûcdar were dîtin û ji nava çerxa fînansî ya Amerîkî were avêtin, berdêla wê ya aborî ji bo aboriya Tirk wê pir giran be. Ev encam wê herwiha ji aliyê siyasî ve ji bo Erdogan jî bibe derbeke hilweşîner.

Ji destpêka vê meseleyê ve ku cara pêşî berî çar salan hat rojevê, Qesra Spî ya Trump hewl da ceza li Halk Bankê neyê birîn, tevî ku ev banka ji ber ola xwe ya alîkariya bi Îranê re dihat sûcbarkirin.

Di vê pêvajoyê de pirseke mezin li holê heye ku hê jî bersiva wê nehatiye dayîn:

Çima Trump, ku rêveberiya wî li dijî Îranê, xitimandina aboriya wî jî di navê de, helwesteke biryardar pejirandibû, rê li ber cezakirina piştgira Îranê Halk Bank digirt, tevî ku vê bankayê hewl dida ambargoya li ser Îranê asteng bike.

Hûn bersiva hêsan dixwazin? Wisa xuya ye ku Turmp ti caran tênegihîşt ji van sûcdariyên li dijî bankaya Tirk û awayê destekdayîna wê ji bo Îranê. Wî tenê dixwest destekê bide dostê xwe yê nêz Erdogan.

Şewrimendê berê yê Ewlekariya neteweyî ya Qesra Spî John Bolton jî i ser mijarê digot: Tevî ku jê re hat vegotin ka çima Halkabank dibû mijara jêpirsînê, ez hê jî ne piştrast im ku Trump têgihîştibe ku ev yek ji ber binpêkirinên ambargoyên Amerîkî yên li dijî Îranê bû.

Li ser bersiva hinekî din kompleks a vê hewldana Trump jî analîst vê nirxandinê dike:

Awayê ku Turmp nêzî Tirkiye û Halkbankê bû, di eslê xwe de bi têkiliyên wî yên kûr ên Enqerê ve girêdayî ye.

Ji ber vê yekê, dema Tirkiyeyê sîstema S-200 a Rûs jî kirî, Trump bi dudilî nêzî Tirkiyê bû û nebû xwedî helwesteke biryardar.

Dema dewleta Tirk ji Trump xwest leşkerên xwe ji bakurê Sûriyê vekişîne û rêya êrişan veke li dijî partnerên Amerîkî Kurdan, Trump îtaatê Tirkan kir.

Meha bê wê endamên juriya doza Halkbankê werin diyarkirin.

Doz li dadgeheke NewYorkê wê despêka adarê pêk were.

Di dozê de destwerdana muhtemel a serokomarê Tirk jî xaleke vê dozê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv