Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Freedom House: Dewleta tirk şîdeta xwe ya sîstematîk zêde kiriye 05.02.2021

 

FREEDOM HOUSE:
DEWLETA TIRK ŞÎDETA XWE YA SÎTEMATÎK ZÊDE KIRIYE

Saziya fikr û ramanê Freedom House ango Mala Azadiyê navenda xwe li Washingtonê ye.

Ev sazî ji bo ku li cîhanê demokrasî, mafên mirovan û azadî were teşwîqkirin kar dike.

Heman sazî der barê rewşa dewletan a di van mijaran de jî dike rapor.

Freedom House di rapora xwe ya nû de beşekî mezin ji bo rewşa dewleta tirk veqetandiye.

Di raporê de tê diyarkirin ku dewleta tirk şîdeta xwe ya li dijî muxalifan bi awayekî sîstematîk zêde kirine.

Li gelek welatan jî bi îstîxbarata xwe MÎT’ê operasyonên derqanûnî kirine.

Heta bi dayîna bertîlê ji gelek welatan muxalifên xwe kiriye ku îdadeyê wê bên kirin.

Rapor destnîşan dike ku zext û zilma li kurdan û çepgiran zêde bûye.

Li derveyê Tirkiyê jî bi rêya tirkên ku li wan welatan e faaliyetên îstîxbaratê dike.

Heta saziyên bi Diyaneta tirk ve jî girêdayî weke navendên van karan bi kar tîne.

Di raporê de ji bo faaliyetên derqanûnî yên dewleta tirk Komkujiya Parîsê jî weke mînak hat nîşandan û wiha hat gotin:

Ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz 3 jinên kurd ên li sirguniyê di çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin. Piştî komkujiyê tirkek hat girtin û bêyî ku were darizandin li hepsê mir. Bi mirina wî re îdiayên li pişt komkujiyê MÎT heye jî nehat çareserkirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv