Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

General Xelîfe Hefter: Emê Dewleta Tirk ji welatê xwe derxînin

 

Fermandarê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter careke din gef li dewleta Tirk xwar.

Hefter hişyar kir ku Enqere hewl dide dewlemendiyên Lîbyayê desteser bike.

Her wiha teqez kir ku wê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Lîbyayê derxin.

Fermandarê Giştî yê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter careke din dewleta Tirk hişyar kir û bersiv da gefên wê.

Hefter di şahiya bidawîkirina perwerdeya beşeke nû ji serbazên Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê de axaftinek kir.

Hefter got, dewleta Tirk a dagirker gefan li yekitiya Lîbya û aramiya herêmê dixwe.

Dewleta Tirk her wiha bi rêya leşkerî dest li Lîbyayê werda û li gel hikumeta Wîfaqê ya Terablusê cih girt.

Hefter hişyar kir ku Tirkiye hewl dide dewlemendiyên Lîbyayê desteser bike, û soz da ku wê têkoşîna li dijî êrişên dewleta Tirk li Lîbyayê bidome.

Hefter wekî din diyar kir ku ewê bi rêgezên nîştimanî dewleta Tirk a dagirker ji Lîbyayê derxin.

Hefter di heman demê de ragihand ku xebata avakirina hêzên çekdar, ji bo parastina welêt ji dewleta Tirk a dagirker, wê dewam bike.

Hêjayê gotinê ye ku Enqere û hikûmeta Fayiz El-Serac beriya çend rojan peymaneke leşkerî îmze kir.

Li gorî peymanê vê peymanê, artêşa Tirk wê hêzên girêdayî El-Serac perwerde bike.

Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê jî da zanîn ku ev peyman binpêkirina serweriya Lîbyayê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv