ŞENGALÎ LI DIJÎ QIRKIRINÊ LI BER XWE DIDIN
XELKÊ ÊZIDÎ XWEDÎ LI HEBÛNA XWE DERDIKEVE
Çalakiya xelkê şengalê ya li dijî peymana bi destwerdana dewleta tirk di nevbera PDK û Bexdayê de hatî îmzekirin bi hemû girîngiya xwe ve dewam dike.
Xelkê Şengalê ji bo balê bikşîn ser vê peymana ku îradeya şêniyê herêmê binpê dike 55 roje li ser piyaye.
ji bo li dijî peymana li ser îradeya gelê herêmê tê ferzkirin di pêşengiya meclîs û saziyên Şengalê li pêşiya avahiya Asayişa Êzdixan konê çalakiyê hat vedan.
çalakiya kon vedanê ya ji aliyê şêniyên herêmê û endamên saziyên Şengalê ve tê rêvebirin bi hemû girîngiya xwe ve dewam dike.
Pîştî eşkerebûna planên qirkirinê yê ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê ketiye dewerê eşkere bû û şûn ve gelê herêmê herikî konê berxwedanê û li dijî êrişkariya dewleta tirk nerazîbûn nîşandan.