Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gelê Kurd daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK’ê dike 26.11.2020

 

“BILA QEDEXEYA LI SER PKK’Ê BI DAWÎ BIBE”
NÎLUFER KOÇ: HINCETÊN ALMANYAYÊ JI BO QEDEXEYÊ ÊDÎ BÊWATE NE

Hevseroka KNK’ê ya berê Nîlufer Koç der barê qedexeya li ser PKK’ê de got; argumant û hincetên dewlet alman bêwate ne.

Nilufer Koç diyar kir ku hikûmeta alman êdî nikare civaka xwe jî der barê vê biryara xwe ya siyasî de îkna bike û wiha axivî:

Ev qedexe ji xwe ji bo Kurdan bêwate bû. Di sala 27’an de jî êdî tê dîtin û ev hincetên hatine destnîşankirin bi kêr nayên.

Êdî nikarin raya xwe ya giştî jî îqna bikin. Dema bê wê bêhtir tengav bibin, ji ber ku dadgeha Belçîkayê biryar da ku ‘PKK têkoşîneke rizgariya netewî ye’.

Nîlufer Koç bal kişand ser têkoşîna gelê kurd a ji bo azadî û demokrasiyê jî û wiha got:

Têkoşîna kurdan a li dijî paşverûtiyê û di têkoşînê de pêşengiya jinan di nava raya giştî ya alman de jî bi sempatî tê pêşwazîkirin.

Nîlufer Koç îşaret bi hilbijartinên sala 2021’an a li Almanyayê jî kir û diyar kir ku wê piştî hilbijartinê bi awayekî vekirî destekê nedin kurdan jî wê li dijî faşîzma Erdogan helwestek derkeve holê.

PARÊZERÊ PKK’Ê JAN FERMON:
DIVÊ PKK JI LÎSTEYA TERORÊ WERE DERXISTIN

Der barê doza PKK’ê ya li Belçîkayê jî ku Nîlufer Koç jî biryareke dadgeha belçîkî referans nîşan da, Parêzerê PKK’ê Jan Fermon jî axivî.

Parêzer Jan Fermon diyar kir ku PKK li gorî qanûnên Belçîka ne rêxistineke terorîst e, aliyekî şerekî çekdarî ye û got:

Weke encama vê biryarê, hemû beş û baskên rêxistinên siyaset, civak û ragihandina Tevgera Kurd niha dikarin karê xwe gelekî serbesttir bikin bêyî ku bitirsin bikevin ber taqîba hiqûqî.

Der barê lîsteya terorê û rewşa PKK’ê ya di nava lîstê de jî Jan Fermon destnîşan kir ku ev lîste ne xwedî bingeheke hiqûqî ye, lê siyasî ye û got: Desthilata siyasî biryarê dide ka rêxistinek wê bikeve lîsteyê yan na.

Dîwana Edaletê ya Ewrûpî, ji ber sedemên prosedûrî û teknîkî bicihkirina navê PKK´ê di lîsteyê de ji bo 2014 heta 2017´an betal kiribû. Ev lîste her şeş mehan carekê tê nûkirin û PKK hîna jî di lîsteyê de ye.

Li gorî agahiyên Fermon dide heman kêmasiyên prosedûrî û teknîkî der barê PKK’ê hê jî hene.

Ji ber wê jî divê hebûna navê PKK´ê di van lîsteyan de ji nû ve bê kontrolkirin. Niha li dijî hiştina navê PKK´ê di lîsteya herî dawî de jî dozek dewam dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv