POLÎTÎKA Û PROVOKASYONÊN PDK’Ê
DAYÎKÊN ŞEHÎDAN ÊN EFRÎNÊ: SIYASETA PDK’Ê NAYÊ QEBÛLKIRIN
Li Rojavayê Kurdistanê çalakiyên dayikên şehîdan li dijî provokasyon û polîtîkayên PDK’ê pêk tên.
Îro jî bi dehan dayikên şehîdan ên kantona Efrînê daxuyaniyek dan..
Li ser navê dayîk û malbatên şehîdan Hacer Miho daxuyanî xwend.
Dayikan îşaret bi provokasyonên PDK’ê yên derxistina îtîmala şerekî navxweyî kirin.
Û bang malbatên şehîd û pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê kirin li hemberî dewleta Tirk a dagirker bibin yek.
POLÎTÎKA Û PROVOKASYONÊN PDK’Ê
LI SILÊMANÎ DI NIMÊJA ÎNÊ DE LI DIJÎ SIYASETA ŞERXWAZ A PDK’Ê BANGA YEKÎTIYÊ HAT KIRIN
Li Başûrê Kurdistanê jî her beşa civakê nerazîbûn li dijî polîtîka û provokasyonên PDK’ê heye.
Li Silêmaniyê di nimêja Înê de li dijî siyaseta şerxwaz banga Yekîtiyê gelê Kurd hat kirin.
Mela Saman Sengawî balkişand ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û wiha got.
POLÎTÎKA Û PROVOKASYONÊN PDK’Ê
ŞÊNIYÊN BINARÊ QENDÎLÊ: EGER PDK ŞER PÊŞBIXE WÊ ZIRAR LI TEVAHIYA KURDAN BIBE
Xelkê Binarê Qendîlê jî siyaseta şerxwaz a PDK’ê şermezarkirin.
Welatiyan hewldanên PKK’ê yên ji bo çareseriyê bi bîrxistin û ev bang li PDK’ê kirin.
POLÎTÎKA Û PROVOKASYONÊN PDK’Ê
ŞANOGERÊN HERÊMA GERMIYAN: DIVÊ HERKES JI BO YEKÎTIYÊ BI ERKA XWE RABE
Şanogerên Herêma Germiyan jî bang li aliyan kirin ku bi rêya diyalogê pirsgirêkan çareser bikin.