Gelê Kurd dest bi pîrozbahiyên 43’ê saliya PKK’ê kir..
Ciwanên wargeha şehîd Rûstem Cûdî-Mexmûrê bi pîrozbahiyek organîze kir.
43 SALIYA PKK
LI MEXMÛRÊ JI ALIYÊ CIWANAN VE HAT PÎROZKIRIN
Bi wesîleya 43’ê saliya PKK’ê li wargeha şehîd Rûstem Cûdî-Mexmûrê pîrozbahiyek hat lidarxistin..
Pîrozbahî li baxçeyê 4’ê Nîsanê pêk hat û bi sedan şêniyên wargehê beşdar bûn.
Berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk û hewldanên avakirina yekîtiya neteweyî mohra xwe li pîrozbahiyê dan.
Beşdaran damezrandina PKK’ê weke çirûska vejîna Kurdê azad binav kir û nerazîbûn nîşanî polîtîkayên PDK’ê dan.
Piştî axaftinan şêniyên wargehê li dora agirê ku pêxistibûn govend gerandin.