Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

General Hefter: Emê hêzên Dewleta Tirk û çeteyên wê ji Lîbyayê derxin

 

Fermandarê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfa Hefter li ser destwerdana dewleta Tirk daxuyaniyek da.

Xelîfa Hefter da zanîn ku wa ev 300 salan, ji bilî kuştin, şer û fitneyan, ji dewleta Tirk a dagirker tiştekî din nedîtiye û soz da ku hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê ji xaka Lîbyayê derxin.

Li aliye din, Behreynê jî bersiv da gefên dewleta Tirk yên li welatê Îmaratan.

Behreynê piştgiriya xwe ji Îmaratê re diyar kir û diyar kir ku li hemberî destwerdanên dewleta Tirk yên di kar û barên dewletên Ereban de, ew xwedî helwesteke eşkere ye.

HEFTER: EM Ê HÊZÊN DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ JI LÎBYAYÊ DERXIN

Li dijî destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê doh Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê cereke din helwesta xwe nîşan da.

Fermandarê Artêşa Nîştimanî, Xelîfa Hefter, di dema serlêdana xwe ya ji Ketîbeya Tariq bin Ziyad re axivî û soz da ku hêzên dewleta Tirk ji xaka Lîbyayê derxe.

hefter got, gelê Lîbyayê 300 salan, ji bilî kuştin, şer û fitneyan ji dewleta Tirk a dagirker tiştek nedîtiye.

Hefter diyar kir ku ewê li hember dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin û wan ji xaka Lîbyayê derxin.

Hefter çekdarên ku li ser navê Dewleta tirk hatine Libyayê şer dikin weke “Çete” binav kirin û got: Ew kesên perwerdekirî ne û di berdêla pereyan de hatine, lewma tenê navê “çeteyan” li wan tê.

BEHREYNÊ BERSIVA DEWLETA TIRK DA: GEFÊN LI DIJÎ ÎMARATÊ Û DESTWERDANA LI LÎBYAYÊ NAYE QEBÛLKIRIN

Li aliyekî din, ji ber gefên ku wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar li Îmaratan xwaribû, welatên Erebî helwesta xwe nîşan didin.

Wezareta Karê Derve ya Behreynê da zanîn ku daxuyaniyên Akar ên der barê Îmaratan de nayên qebûlkirin û ne li gorî pîvanên dîplomatîk in.

Behreynê piştgiriya xwe ji bo Îmaratan diyar kir û teqez kir ku li hemberî destwerdanên dewleta Tirk ên di kar û barên dewletên Ereban de, welatê wî xwedî helwesteke eşkere ye.

Wezîrê Bahreynî tevgera Tirkiyê weke “gefeke li ewlekariya Erebî û heremî” pênase kir û got destwerdanên dewleta Tirk ne li dijî pîvanên NY û peymanên Rêxistina Hevkariya Îslamî ne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv