JIYANÊ BI KEDÊ BI WATE DIKE
GERÎLA BI KEDA DESTAN TIMÎ JIYANÊ ZINDÎ DIHÊLE
Gerîla, dema ku ji ber ewlekariyê nikarin tevbigerin, pirtûkan dixwînin, perwerdeyê dibînin û li gel vê yekê jî diyariyan ji bo hevalên xwe amade dikin.
Tizbiya ji libên kizwanan jî yek ji van diyariyan e.
Gerîlayên Azadiyê bi qasî hunera xwe ya şer ew qasî bi hunera xwe ya ciwanî û estetîkê jî hunerkar in.
Wê yej ji van diyariyan teqez yek jê dîsa ji bo gerîlayek bibe diyarî.
Gerîla Berfîn wiha behsa jiyana li çiya dike;
Gerîla bi pir karan ve mijûl dibe. Îlhama xwe ji xweşiktiya çiya digirin. Bêhna çiya ya bêdawî, rengbûyîna wê aliyên gerîla yên cuda derdixîne holê
Berfîn dibêje ew libên kizwanan piştî kom dikin, heta dendikê wan rengê xwe qehweyî dibe tên qelandin.
Bi morî û tayên rengo reng diyariyên çêkirine jî tîne gel hev û yek bi yek nîşan dide.