Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gerîla Binevş Agal di salvegera şehadeta xwe de hat bi bîr anîn 16.01.2021

 

GERÎLA BINEVŞ AGAL DI SALVEGERA ŞEHADETA XWE DE HAT BIBÎRANIN
XUŞKA WÊ XANÊ AGAL: ‘TEVLÎBÛNA BINEVŞÊ DI CIVAKA ÊZIDÎ DE ŞOREŞ ÇÊKIR’

Binefş Agal bi navê xwe yê din Berîvan…

Ew di sala 1966´an de li Kurdistanê di nava malbateke Êzîdî de tê dunê.

Di 15 saliya xwe de bi malbata xwe re koçî Elmanyayê dibe.

Di sala 1984an de pêngava 15ê tebaxê çawa ku di nava civakên Tirkiye û Kurdistanê de dengek mezin veda, hewiha bandor li civaka kurd ya li derveyê welêt jî.

Hestên netewî yê kurdan ji nû ve geş bûbûn.

Binefş Agal wê demê biryar digire bibe ferdek vê serhildana dawî ya kurdan û ji Ewropayê tevlî nava refên PKKê dibe.

Bi wesileya 32 min salvegera şehadeta wê, xuşka wê Xanê Agal da xuya kirin, di sala 84an de, ji nava civaka Êzîdî tevlîbûna jineke ciwan ya nava gerilla bi serê xwe şoreşekê bû û got:

Wan salan Civaka Kurd jî bi giştî dûrî civaka Êzîdî bû. Yanî herdu alî jî dûrî hev bûbûn, bi tevlîbûna wê re Êzidî bêtir xwe nêzê tevgera netewî kirin û rastiya wan bêtir hat nas kirin.

Xanê Agal dide zanîn ku wan salan di nava civaka Êzidî de qalibên hişk û teng hebûn. Bi taybetî li ser jinan, lê rojekê jineke ciwan rabû û ev qalib şikandin. Bêrîvanê civak ji binî ve hejand û hişyar kir.

Xanê Egal bi van gotinan behsa jinên êzidî dike:

“Jinên Êzîdî weke baxçeyekî tenha ne ku pêyê kesî hê pê neketiye. Asîmîle nebûye, xwedî li çanda xwe derketiye. Cewherê Kurdîtî û welatparêziyê ne. Bêrîvan bû sembola vê jina Êzîdî. Îro jinên Êzîdî yên li Şengalê mane, hem ji bo warê xwe û hem jî ji bo azadiya xwe têdikoşin. Ev gelekî manedar e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv