Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gerîla Dîrok Cûdî: Tişta ku ez lê digeriyam min li çiyayên Kurdistanê dît 01.01.2021

 

GERÎLA DÎROK CÛDÎ
“TIŞTA KU EZ LÊ DIGERIYAM MIN LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ DÎT”

Gerîlaya YJA Starê Dîrok Cûdî sala 2017’an ji bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê tevlî nava refên PKK’ê bû.

Malbata Cûdî PDK’î bû. Beriya tevlî bibe li Başûrê Kurdistanê perwerdeya pêşmergetiyê dît.

Piştî vê perwerdeyê, lêgerînên wê yên têkildarî nakokiyên li ser Kurdîtiyê dest pê kir û dest bi lêgerînê kir.

Wê demê li Rojava YPJ xwe bi rêxistin dikir. Ev sazûmaniya jinan gelekî bala Dîrok Cûdî dikşîne.

Dîrok Cûdî dibêje PDK’ê timî Tevgera Azadiya Kurdistanê bi propagandaya xwe reş dikir.

Dîrok Cûdî ku li ser esasên xeta paradîgmaya Rêber Apo de rastiya şerê gel dibîne, biryara xwe dide ku tevli nav refên gerîla bibe.

Dîrok Cûdî ji bo di oxira azadiyê de şer bike berê xwe dide çiyayên azad.

Ew êdî gerîlayeke YJA Starê ye, li çiya jî parêznameyên Rêber Apo û nirxandinên wî yên der barê çanda xwedawendiyê de dixwîne.

Gerîla Dîrok Cûdî dibêje, bi taybetî min dît ku xweza û tevgera azadiyê jinan dike weke xwedawendan, min ev yek di şexsê gerîlayên jin de dîtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv