CENGA HEFTANÎNÊ
GERÎLA HENNA KOSELANÎ BANG LI JINÊN ROJHILATÎ KIR
Li Heftanînê şer û cengeke giran li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin.
Pêşengên vê cengê gerîlayên YJA-Starê yên ji çar aliyên Kurdistanê ne.
Gerîla Henna Koselanî jî ji Rojhilatê Kurdistanê di refên herî pêş ên vê cengê de cihê xwe digire.
Wateya navê wê Aram û hestewar e.
Dilê wê bi eşqa Kurdistanê û bi taybetî jî ji bo Bakur lê dide.
Dibêje, çiya min digihîne tevahiya Kurdistanê.
Gerîla Henna têkoşîna mezin a li çiyayên Kurdistanê ji bo azadiyê tê kirin bibîr dixe û vê bangê li jinên Rojhilatê Kurdistanê dike:
Jinên Rojhilat li benda çi ne, çima nayên van çiyayan.
Rojhilat gelekî ji PKK’ê hez dike, bi taybetî jî dilsoziya wan a bi Rêbertî re ji aliyê her kesî ve tê zanîn.
Weke tevahiya gerîlayên azadiya Kurdistanê, armanca pêşî ya gerîla Henna ew e, ku Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî were azadkirin.
Azadiya Rêber Apo di serî de dayîka min, wê dayîkan hemûyan kêfxweş bike.
Gerîla Henna Koselanî sala 2014’an ji pişt çiyayê Koselanê derket û beşdarî nava refên azadiyê bû.
Niha li Heftanînê ye û ji bo azadiya jinan şer dike.