TÊKÇÛNA DEWLETA TIRK A LI GARÊ BI DÎMENAN
GERÎLA HOGIR MED YEK BI YEK JI KAMERAYA ANF’Ê RE VEGOT
Dîmen ji qada Siyanê, ji ber deriyê kampa êsîrên şer a li herêma Garê û deng jî yê gerîlayê HPG’ê Hogir Med e.
Gerîla Hogir Med ji ber çi dibêje, hesabê wan ê li Enqerê û li Garê li hev nehat?
Gerîla Hogir weke bersiv, berxwedana gerîlayên HPG û YJA-Starê destnîşan dike.
Hogir Med dibêje, ji ber têkçûyîna pîlana xwe paşê dewleta Tirk tevgera li Garê weke tevgereke lokal bi nav kir.
Hogir Med bi taybetî deverekê nîşan dide, ku çawa artêşa dagirker xwestiye bi awayekî dayîmî lê bimîne.
Kîs, dar, bêr û qedûmên ji bo kolana çeperan li pey xwe hêlane jî Hogir Med nîşanî kameraya ANF’ê dide.