BERXWEDANA CENGA HEFTANÎNÊ
GERÎLA TV DÎMENÊ ÇALAKIYA 3’YÊ ÎLONÊ YA LI XANTÛRÊ WEŞAND
Vê êvarê ji navçeya Wanê Şaxê nûçeyeke şer hat. Li gorî nûçeyên di çapemeniya şerê taybet a Tirk de tê gotin, 3 esker hatine kuştin yek jê yuzbaşî ye.
Çavkaniyên herêmî radigihînin, ku hejmara kuştî û birîndarên artêşa dagirker zêdetir in. Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê heta niha têkildarî vî şerî daxuyanî nedaye. Lê agahiyên ji heremê dibêjin, Hêzên gerilla navenda koordinasyonê ya eskerên tik kiriye hedef.
Ji aliyê din ve, roja 3’ê Îlonê Hêzên gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de çalakiyek kirin. Eskerên tirk yên li girê Muhabere yê Xantûrê di dema kolandina kozikan de bûn hedefa gerîla. Kepçeyek hat îmhakirin û eskerek hat kuştin. Gerîlla TV dîmenên vê çalakiyê îro weşandin.