Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gerîla Tv dîmenê çalakiya canbexş a Sema Koçer weşand 03.01.2021

 

ŞERÊ GERÎLA YÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK
GERÎLA TV DÎMENÊ ÇALAKIYA CANBEXŞ SEMA KOÇER WEŞAND

Gerîlaya YJA-Starê Rewşen Aşkara bi nasnav Sema Koçer…

1995’an li Sêrtê ji dayîk bû.

2014’an beşdarî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû.

31’ê Adara 2020’an li navçeya Agirî Bazîdê bi çalakiyeke fedayî rabû û derbeke giran li artêşa dewleta Tirk a dagirker da.

Gerîla Tv dîmenê vê çalakiya canbexşane li gel peyamên şehîd Sema Koçer weşand.

Şehîd Sema di dîmen de wê peyamê dide, ku wê weke gerîlayên azadiya Kurdistanê ti carî li hemberî êrişên qirkirinê bêbersiv nemînin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê 1’ê Nîsana 2020’an çalakiya canbexşane ya Şehîd Sema Koçer wiha ragihandibû:

Bi Pêngava Şoreşgerî ya Serfiraziyê, 31’ê Adarê saet 5’ê şeveqê li dijî hêzên dagirkeriya Tirk a hewl didan xeta boriya gaza xwezayî li nêzî deriyê sînor ê Gurcîbûlaxê biparêzin çalakiyeke fedayî hat lidarxistin.

Hevrêya me Sema bi hêzên dijmin re kete şer û 5 wesaîtên zirxî yên hatin bi hawara eskeran ve kir hedef.

Di çalakiyê de tevî xeta boriya gazê, her 5 wesaîtên zirxî hatin îmhakirin.

Zêdetirî 30 esker hatin kuştin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv