GERÎLA LÊ DIXE, GERÎLA TV BELGE DIKE
DÎMENÊ ÇALAKIYA KATO SULÊ YA HEFTANÎNÊ
Li Heftanînê ceng giran e û gerîla derbên giran li dagirkeran dixe.
Gerîla Tv jî van çalakiyên gerîlayan belge dike.
Îro jî dîmenê çalakiya 17’ê Îlonê ya li dijî dagirkerên li ser Girê Kato Sulê hat weşandin.
Di vê çalakiyê de 5 eskerên dewleta Tirk hatibûn kuştin.
Li dijî tevgera dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Heftanînê, gerîlayên HPG û YJA-Starê rojane bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê radibin.
Hem derbên giran li dagirkeran dixin û hem jî van çalakiyên xwe bi rêya Gerîla Tv belge dikin.
Dîmenê dawî ji çalakiya li dijî dagirkerên li ser Girê Kato Sulê yê qada Bektorya ye.
Gerîla çeperekî artêşa dagirker dikin armanc û dirûxînin.
Di dîmen de zêdetirî 10 esker xuya dikin û li ser çeperê bûyî hedef, gelek esker xuya dikin.
Gerîla tam li nîvê wî çeperî dixe û dirûxîne.
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HGP’ê li ser vê çalakiyê ev agahî parve kiribûn:
17’ê Îlonê hêzên me dagirkerên li ser Girê Kato Sulê yê li qada Bektorya kirin hedef.
Di çalakiyê de çeper hat rûxandin, 5 esker hatin kuştin û 3 esker jî birîndarbûn.