GERÎLA LÊ DIXE, GERÎLA TV BELGE DIKE
ÇALAKIYA DERIYÊ QAÇÊ YÊ KATO JÎRKA
Gerîlayên HPG û YJA-Starê li dijî dagirkeriya Tirk tevahiya salê bi çalakiyên bi bandor rabûn.
Bi pêngavên şoreşgerî û tolhildanê, gerîlayan derbên giran li artêşa dewleta Tirk a dagirker dan.
Gerîla Tv jî bi dîmenan çalakiyên gerîlayan belge kirin û bi raya giştî ya Kurdistanê û cîhanê re weşandin.
Dîmenê dawî yê Gerîla Tv weşandî, ji qada Deriyê Qaçê ya herêma Kato Jîrka li navçeya Şirnexê Elkê ye.
Gerîlayên HPG’ê pêşî yekîneyeke artêşa dagirker dixin kontrola xwe.
Paşê bi Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever, bi çalakiyeke sabotajê lê didin.
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG”ê 31’ê Tîrmeha 2020’an encama çalakiyê wiha ragihandibû:
29’ê Tîrmehê di çalakiya gerîlayan de 4 dagirker hatin kuştin û dagirkerek jî birîndar bû.